Zozanên Feraşînê: 2 gol bi xweşikbûna xwe balê dikişînin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elkê ya parêzgeha Şirnexê li Zozanên Feraşînê 2 golên tektonîk (xwezayî) hene ku bi xwezaya xwe balê dikişînin.
Zozanên Feraşînê di sêgoşeya parêzgehên Şirnex, Colemêrg û Wanê de ne û piranî ji bo çêrandina ajelan xelkê herêmê berê xwe dide wir.
Zozan ji asta deryayê 2 hezar û 625 metreyan bilind e.
Li herêmê her çar demsal bi hev re tên dîtin û demsala havînê ji bo geştyariyê jî dibe cihekî ku tê hilbijartin.
Xelkê herêmê dibêje ew di çûnûhatinê de zehmetiyê dibînin û ji bo ku zêdetir geştyar karibin biçin wan deran bikin divê rêya wê were çêkirin û ji bo geştyariyê derfetên pêwîst werin avakirin.
Ajeldar Erkan Aslan li ser herêmê got:
“Di dema çêrandina ajelan de me ev du golên nû keşf kirin.
Rêya wan nîne û em dixwazin rê were çêkirin.
Li vê derê 2 golên cemedê û di nav şînkahiyê de berfa ku nahele heye.
Cihekî xweş e û em dixwazin ji bo geştyariyê derfet werin avakirin.”