Almanya - Karsazeke Şingalî derfetên kar ji jinan re peyda dike

Dusseldorf (Rûdaw)- Jina Kurd Pakîze Eldexî li Almanyayê ji bilî peydakirina derfetên kar, xanimên Kurd jî perwerde dike.

Li Almanyayê xanimeke Şingalî ya wêrek kariye bibe karsazeke serkeftî.

Xanima Kurd bi vê jî nesekiniye û ji bilî peydakirina derfetên kar ji xanimên din re niha gelek jinên din bi zimanê Kurdî rahênan û perwerde dike da ku bibin xwediyê karên xwe.

Pakîze Eldexî karsazeke Kurd a Êzidî ye û ji bajarê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê ye.

Ev deh sal in Eldexî li Almanyayê dijî û 5 sal in jî karê bedewkirin ango makyaja jinan dike.

Pakîze niha li Berlînê xwediya navendeke bedewkariyê ya mezin e.

Ji bilî karê xweşikkirina jinan li navenda xwe, kursên fêrbûnê ji jinan re di vî warî de vedike.

Pakîze bi Kurdî kursên ciwankariyê dide

Niha bi dehan keç û jin li navenda wan fêrî karê ciwankirinê bûne û bawername standiye.

Hin ji wan niha li bajarên cuda yên Almanyayê xwediyên salonên xwe yên bedewiyê ne.

Kursên fêrbûnê ne tenê bi zimanê Almanî ne, Pakîze dibêje:

"Berê diviyabû hemû kurs bi zimanê Almanî bûna.

Ji ber ku piraniya fêrxwazên me Kurd in û hin ji wan zimanê Almanî baş nizanin.

Me biryar da ku em hemû kursên fêrbûna ciwankariyê bi zimanê Kurdî bidin.

Me wiha kir û em dê berdewam jî bikin."

Pakîzeyê di berdewamiyê de dibêje:

"Kurs ne tenê teorîk in, piştî ku em bi devkî ji wan re dibêjin paşê rasterast em bi awayê pratîk û kirdarî hemû pêngavên ciwankariyê bi hemû madeyên ku têne bikaranîn, li pêş çavên wan diceribînin û wan hîn dikin."

“Ez hewla karên nû didim”

Pakîze Eldexiya ku mêvana Diyasporayê bû da zanîn ku ew bi hêsanî negihîştiye roja îro.

Wê gelek ked daye, pir westiyaye û dibêje:

"Heger armanceke mirov hebe ti kar ne zehmet e û ji bo ku ez di karê bedewkirinê de bêhtir herim pêş, min hewla karên nû daye."

Pakîzeyê da xuyakirin ku ew li ser înternetê bi awayekî online li Kurdistan û welatên din perwerdeyên ciwankariyê pêk tîne.