Li Qersê zarokek ji ber kuştina zarokekî hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê zarokekî 15 salî, bi kêrê hevalekî xwe kuşt.

Beriya 2 rojan li meydana Îsmaîl Aytemîzê ya Qersê zarokekî 15 salî yê bi navê B.A. bi kêrê zarokekî hevtemenê xwe yê bi navê M.O kuşt.

Piştî rêkarên B.A yên li Navenda Ewlehiyê ya Qersê bi dawî bûn, ew di nav tedbîrên ewlekariyê de bir dadgehê.

Zarokê 15 salî li dadgehê bi sedema “bizanebûn kuştina kesekî” hat girtin û ew şandin girtîgehê.

Herwiha cenazeyê M.O jî li gundê Naxçavanê yê navçeya Dîgorê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê hat veşartin.