HUDA PAR: Divê Kurdî bibe zimanê fermî

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Êlihê û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanlî ragihand ku divê Kurdî bibe zimanê fermî.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, hefteya borî 5 zimanên cuda li sîstema “e-Reçetem”ê zêde kirin lê cih neda Kurdî.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahrettîn Koca ragihandibû, li sîstema e-Reçetemê 5 ziman hatine zêdekirin û gotibû:

“Zimanên Îngilîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî li sîstema e-Reçetemê hatine zêdekirin.”

Parlementerê Partiya Doza Azad (HUDA PAR) yê bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê Serkan Ramanlî beşdarî bultena Rûdawê bû û ev mijar nirxand.

“Em dixwazin li ser nasnameyê siyaseta xwe kûrtir bikin”

Serkan Ramanlî got, “Kurdî zimanê me ye, divê em zimanê xwe biparêzin. Me got ku em dê li ser 3 mijaran bisekinin: Bawerî, nasname, xizmet. Em dixwazin li ser van sê esasan siyaseta xwe kûrtir bikin.”

Derbarê sistema e-Reçetemê de jî Serkan Ramanlî got:

“Wezareta Tenduristyê ji 5 zimanê biyanî re cih daye lê ji Kurdî re cîh nedaye, ev tişt jî tiştekî xelet e.

Sîsteme îro nahêle Kurdî bibe zimanê fermî. Tevî ku li Tirkiyeyê bi milyonan kes bi vî zimanî diaxivin jî mixabin ji aliyê mekamên fermî ve nayê bikaranîn.

Dema ku tê gotin Kurdî bi kar bînin, dibêjin ku ev ziman ne zimanê fermî ye.

Wezareta Tenduristiyê got ew  sîstem 'ji bo biyaniyan' e. Dema ku tê pirsîn çima Kurdî nîne jî dibêjin Kurdî ne zimanekî biyanî ye.”

"Divê statuyeke  Kurdî hebe"

Ramanlî diyar kir ku Kurdî ne xwedî statu ye û wiha dewam kir:

Em dixwazin ji bo Tirkiyeyê destûreke sivîl, adil û nû bê çêkirin. Ji bo vê jî îradeyeke siyasî pêwîst e. Em di vî warî de bang li hemû aliyan dikin.

Berî her tiştî em dibêjin bila Kurdî bibe zimanê fermî. Divê ku Kurdî bigihêje statûyeke fermî û di raya giştî de ji xwe re cîh bibîne. Çima? Ji ber ku Kurdî, ji zimanên xwecihî ya vê welatê ye.

Divê em xwedî li Kurdî derkevin. Ew ne zimanekî biyanî ye.

Bi milyonan kes wek min dipeyivin. Zimanê me yê dayikê ye. Eger em wek Kurd, Zaza, Tirk û Laz wek hev bin, divê mafê her kesî bê parastin.

Divê ev cudahiya di navbera me de nemîne. Bi Kurdî axaftin û xizmetdayîna bi Kurdî dê vê cudahiyê ji holê rake.

Em dixwazin ku zimanê Kurdî jî wek Tirkî bibe zimanê fermî û em dixwazin bi Kurdî jî xizmet bên kirin.”