Ji bo Emine Şenyaşar 15emîn lêpirsîna “Heqaretê” hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Şenyaşar ragihand ku derbarê Emine Şenyaşar de ku 541 roj in li ber Dadgeha Rihayê nobetê digre 15emîn lêpirsîna “heqaretê” hatiye destpêkirin û îro bo îfadeyê çûye rêveberiya ewlekariyê.

Malbata Şenyaşar 31ê Tebaxa 2022ê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kiriye û dibêje: “Xirabiya herî mezin ku li dayikekê bê kirin kuştina zaroka wê ye. Li nexweşxanê 2 zarok û hevjînê wê hatin kuştin. Kurekî wê jî 4 sal in di odeyeke yek kesî de ye. Ji bo vê dayika ku li edaletê digere her lêpirsîn tên destpêkirin. Dayik îro dîsan li emniyetê îfadê dide.”

Li gor zanyariyên parêzerê malbatê Nihat Çiftçi lêpirsîn ji ber gotinên Emine Şenyaşar ên roja 529ê bi îdîaya ku “heqaret” kiriye, hatiye destpêkirin. Çiftçi dibêje: “Lêpirsîn bi armanca astengkirina Nobeta Edaletê ya malbatê ye. Li cihê Yildiz ê AKPeyî li parêzerî wî geriyane û jê re gotine `Tê lêpirsînê bidî destpêkirin an na?` û xwestine li dosyayê bê zêdekirin. Ev karekî bê usul e.”

Li navçeya Sirûcê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AKPê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn. Kurekî Emîne Şenyaşar li dikana xwe û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ev 541 roj in li ber Dadgeha Rihayê di Nobeta Edaletê de ne.