Deadline 1ê Îlonê ye… û paşê?
Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê konseya rêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik gef xwarin ku êdî proseya aştiyê dirêj nakin. Herwiha vekişandina gerîlla bo Başûrê Kurdistanê radiwestîin, eger heta roja yekê Îlonê, wek derfeta dawî, gavên rast ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve neyên avêtin.
Roja yekê Îlonê dawiya vê moletê tê, ku KCKê wek roja dawî ji bo cîbicîkirina qonaxa duyem a proseya aştiyê ragihandibû. Qonaxa duyem, weke ku berpirsên KCKê dibêjin, çaksaziya yasayî û azadkirina girtiyên dosyeya KCKê li xwe digire. Eger na, ev prose dixitime. Qonaxa yekem a vê proseyê bi vekişandina gerîllayan ber bi baregehên xwe li çiyayên Qendîlê destpêkiribû. Di demekê de ku serokatiya KCKê dibêje pirraniya gerîllayên li Bakurê Kurdistanê vekişiyan, berpirsên dewleta Tirkiyeyê gumanê ji vê dozdariyê dikin û dibêjin tenê 15 ji sedî ji gerîllayan vekişiyane, beramber wê jî bi hezaran tevlî rêzên PKKê bûn.
Cemîl Bayik di daxuyaniya xwe ya dawî de êrişî ser serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan kir û got: "Heta niha ti nexşeya çareseriyê xuya nekiriye. Di van rojan de jî Erdogan û AKPê dest bi propagandayê kirine ku PKKê qonaxa vekişandina gerîlla wek pêwîst cîbicî nekiriye. Yan behsa wê yekê dikin ku PKK li Bakurê Kurdistanê asayişa navçeyî pêk aniye û şervanên nû tevlî PKKê dibin, 15 ji sedî jî ji gerîllayan vekişiyane. Erdogan dixwaze wiha ji raya giştî re diyar bike ku ew çareseriyê dixwazin û PKK kelem e. Ewa ku ketiye ser milê PKKê me cîbicî aniye. Di qonaxa yekem de jî gerîlla vekişiya. Me rê li ber şer û kuştinê girt. Lê hikûmeta Tirkiyeyê ti gav neavêtiye. Di demekê de ku divê di 1ê Îlonê de qonaxa duyem destpêbike, girtiyek jî bernedaye, operasyon berdewam in. Berdewamiya firokeyên cengî û bêpîlot heye. Leşkergehên nû li Bakurê Kurdistanê ava dike. Di siyaseta guhertina cografyaya Kurdan de berdewam in. Kar bi raporta Komisyona Aqilmendan nabe û neçûye parlemantoyê. Ti kar li ser pêkanîna van 8 komisyonan nebûye ku birêz Ocalan pêşniyar kiriye."
Lewma Cemîl Bayik ragihand: "Wek PKK, eger ev siyaseta mandelê berdewam be, em nikarin li ser vê qonaxê berdewam bin. Êdî em nikarin bi vî awayî berdewam bin. Eger heta 1ê Îlonê gavên rast xuya nekin, wek PKK em jî vêya ku me destpêkiriye radiwestînin."
“PKK amade ye”
Hevserokê konseya KCKê derbarê vê yekê de, ku gelo çi rêyê digirin, wiha got: "Proseya vekişandina gerîlla bo Başûrê Kurdistanê em radiwestînini, heta ev gerîllayên ku vekişiyane bo Başûr vegerin bo Bakurê Kurdistanê. Ev jî mafê me ye. Eger Tirkiye çareseriyê naxwaze û şer dixwaze, PKK jî xwe diparêze. Şer, an her tiştekî din, em jê re amade ne. Eger Tirkiye aştiyê dixwaze, bila gavan bavêje. PKK amade ye. Lê dema siyaseta xapandin û hewldanên ku ji bo hilbijartinan sûdê ji rewşê werbigire û berjewendiyên xwe, PKK rê nade vê yekê."
Piştî sala 1993yê, bi hêviya çareserkirina kêşeya kurdî û ragirtina şerê çekdarî, ku 15ê Tebaxa 1984ê destpêkiribû, PKKê çend caran agirbesta yekalî ragihand, lê ev agirbest negihiştin encamê. Piştî girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalan di 15ê Sibata 1999ê de, çareseriya kêşeya kurdî li Bakurê Kurdistanê bêtir ket rojevê. Yekê Tebaxa 1999ê Ocalan pêşniyara “komara demokratîk” ji Îmraliyê ragihand. Doz jî li PKKê kir ku hêzên çekdarî vekişîne derveyî sînorê Tirkiyeyê. Bi vê jî agirbesteke neragihandî destpêkir, ku heta sala 2005ê domand. Beriya agirbesta Newroza îsal jî konseya serokatiya PKKê di Pûşbera 2010ê de agirbesteke din ragihandibû ku ev jî hevdem bû ligel danûstandinên veşartî yên ku di navbera PKKê û dezgeha îstixbarata Tirkiyeyê MITê de li Osloyê dihatin meşandin.
Serdana Ahmed Turk û Ayla Akat destpêk bû
Li gor PKKê, di van danûstandinan de herdu alî gihiştin peymanekê, lê piştî hilbijartina 11ê Pûşbera 2011ê, bi taybetî piştî êrişa gerîllayên PKKê di 14ê Tîrmeha heman salê de li ser navçeya Farqînê, ku bû sedema kuştina 13 leşkeran, dawiya vê proseyê hat û qonaxek ji şer û pevçûna xwînî ligel xwe anî. Vê yekê jî wiha kir hemû pêwendiyên Ocalan bi derve re bên qutkirin, vê qonaqê jî ji 14ê Tîrmeha 2011ê heta 3yê Çileya 2013ê berdewam kir. Di vê demê de herdu parlementerên kurd, Ahmed Turk û Ayla Akat, piştî demeke dirêj yekemîn car dîsa serdana Îmraliyê kirin û Ocalan dîtin. Vê hevdîtinê careke din, lê bi awayekî ji berê xurttir, hêviya çareseriya kêşeya kurdî vejand.
Ev serdan piştî wê yekê pêkhat ku beriya wê danûstandin di navbera MIT û Ocalan de li girava Îmraliyê pêkhatibûn û gihiştibûn qonaxekê. Di Newroza îsal de jî Ocalan bîrokeya xwe di nameyekê de, ku li Amedê hate xwendin, bo raya giştî ragihand. Yekemîn qonaxa bîrokeya Ocalan, ku bi proseya çareseriya aştiyane ya kêşeya kurdî tê binavkirin, di 8ê Nîsanê de, di bin navê vekişandina gerîlla bo derveyî sînorê Tirkiyeyê, destpêkir. Vê gavê li nav Tirkiyeyê mezintirîn piştgirî bidest anî. Lê gellek dem tê re neçû, hikûmet û PKK dest bi tawanbarkirina hevdu kirin.
Di dema borî de hikûmeta AKPê pakêta çaremîn a çaksaziya yasayî bire parlementoyê. Lê PKKê rexne li vê pakêtê kir û ragihand ku ev ne di asta çaverêbûnên wan de ye. Herwiha nabe heyvanê pêşvebirina vê proseyê. Cemîl Bayik di vî warî de dibêje "Hikûmet ji demokrasiyê ditirse, beramber helwesta xelkê ji bo demokrasiyê dilteng bûye, lewma li şûna pakêta demokrasiyê pakêta xapandinê amade dike."
Bayik di van rojên dawî de, li Qendîlê pêşwaziya şandeke rojnamevan û çavdêrên siyasî yên tirk kir. Endamê Komisyona Aqilmendan Celaledîn Celal, ku endamê vê şandeyê bû, di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya Taraf a turkî de helwesta Cemîl Bayik bi vî awayî şîrove kir: "Eger ev prose bi tevayî bigihije rawestandinê, em venagerin bo şer. Lê em vekişandina gerîllayan radiwestînin. Dibe ev gerîllayên ku vekişiyane vegerin cihên xwe yên berê, em penayî hemû şêwaz û berberiyên sivîl dibin, bi serkêşiya sivîl em hikûmetê neçar dikin ku gavan bavêje." Lê kesên nêzîkî hikûmeta Tirkiyeyê van tometên PKKê red dikin.
Parlementerê kurd yê ser bi partiya desthilatdar AKPê Galîp Ensarioglu gellekî bi xurtî vê gotegotê red dike, ku dibêjin dibe ev prose raweste û got: "Em ti nîşanê nabînin ku ev prose ber bi binbestbûnê ve çûbe. Ewê ku dibêje ev prose ber bi binbestbûnê ve diçe, hêviya wî li ser binbestbûna proseyê heye." Ensarioglu berevajî van gotegoten wiha dibîne ku bi kar ev prose ber bi pêş ve diçe: "Rast e, hikûmet û PKK hevdu tawanbar dikin. Lê ev prose berdewam e û amadekarî ji bo ber bi pêşbirinê ve dibe. Ewên ku çavê wan bi vê proseyê bar nabin, dibêjin gihiştiye qonaxa rawestandinê."
“Bi guşaran hikûmet gavan navêje”
Li beramber gotina vî parlementerê AKPê, serokê Komeleya Mafên Mirov û Mezlûman ya Amedê (Mazlumder), Serdar Bulent Yilmaz, wiha dibîne ku her ligel destpêkirina vê proseyê nêrînên serokên PKKê nakok bûn ligel naveroka proseyê. Di vî warî de ji Rûdawê re got: "Ev nerîn piştgiriya moralî, ya ku pêwîst e ji proseyê re bibe, dişikîne."
PKK berdewam dubare dike ku AKP çareseriya kêşeya kurdî jidil naxweze. Lê li gor Yilmaz, ezmûna 10 salên hikûmeta AKPê nimûneyeke berevajî gotinên PKKê derdixîne: "Hikûmetê di 10 salên borî de ji ezmûnkirina kêşeya kurdî ewqas puan wergirtiye, heta PKK baweriyê pê bike. Di 10 salên borî de, tevî çendîn hewlan jî, dîsa hikûmetê ji bo nehiştina şûnmayên şerê 30 salî gav avêtin."
Ev berpirsê Mazlumder wiha dibîne ku heta hikûmet cemawer û dengderan amade neke, bi rastî gavan navêje, lê daxuyaniyên PKKê vê rewşê asteng dikin: "PKK dixwaze bi vê daxuyaniyê bêje bi guşara hêza çekdarî min hikûmet neçar kiriye ku gavan bavêje. Lê ev dibe sedema wê yekê ku hikûmet gavan navêje."
Serdar Bulent Yilmaz pesnê helwêstên Ocalan dide û dibêje: "Serokên PKKê nerêkiyê bi hikûmetê re dikin. Ew daxuyaniyên ku didin bêhna xirabbûna proseyê jê tê. Helwesta Ocalan li beramber vê proseyê xwedî berpirsyarî ye. PKK hewl dide ku dozdariyên rêxistinî wek dozdariya civaka kurdî nîşan bide. Eger na, baweriya civaka kurdî li Tirkiyeyê bi vê proseyê heye."