Li Dêrsimê agirê daristanan hat vemirandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê, agirê daristanan ên li du gundan derketibûn hat kontrolkirin.

Îro 31ê Tîrmeha 2022an li gundê Hosorê yê ser bi navenda Dêrsimê ve û gundê Pintîge yê ser bi navçeya Pilemûriyê ve ji ber sedemên nehat zanîn agir bi daristanan ket.

Li ser agahdarkirina gundiyan, tîmên agirvemirandinê û tîmên Rêveberiya Daristanan bo cihên agir hatin şandin.

Di encama xebatên tîman de agirê li her du gundan di demeke kurt de hatin vemirandin.