Lehiyê 49 milyon dolar ziyan gihandiye Loristanê
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî berpirsên parêzgeha Loristan a Rojhilatê Kurdistanê, ji ber lehiyên rojên borî ziyaneke mezin bi çandinî û ajeldariya xelkê bûye ku bi sedan pez û bi dehan hektar bax û zeviyên çandiniyê ji nav çûne ku ew jî nêzikî 49 milyon dolar dike.
Rêveberê Kontrola Qeyranan a parêzgeha Loristanê Muhdî Pazûkî ragihand ku nêzîkî 2 hezar seriyê pez ji ber lehiyê mirar bûne, her wiha ziyan bi hezar hektar zeviyên çandiniyê û 50 hektar bax û 30 hewzeyên masiyan jî têkçûne.
Li gorî Pazûkî, lehiya li bajarê Elîguderz a parêzgeha Loristanê rabûye, bûye sedema ziyana nêzîkî 49 milyon dolaran.
Di heman demê de, Rêveberê Veterîneriya parêzgeha Loristanê Mistefa Zebrdest ragihand ku çend tîm ji bo komkirina zanyariyan derbarê ziyanan de hatine avakirin.
Lehî li parêzgeha Loristanê herî zêde bandor li bajarê Elîguderzê kiriye. Li bajêr ji malbateke koçer 5 kesan canê xwe ji dest dan û îro li bajêr şîna giştî hat dayîn.
Li gorî pêşbîniya keşnasiyê îro jî barîna baranê dê bidome û dibe ku lehî rabe.