Li Rojavayê Kurdistanê welatiyên deverên sînorî ji gefên Tirkiyê dilgiran in
Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiyê hêza li ser sînor kom dike û gefan li Rojavayê Kurdistanê dike, û welatiyên deverên sînorî ji wê yekê dilgiran dibin. Ji aliyê din hêzên Amerîka li ser sînor digerin û derbasî nav bajaran dibin, bi wê yekê hinekî dilgirniya welatiyan sivik dibe.
Gef û leşkerkêşiya hêzên Turkiyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê jiyana welatiyên bajar, bajarok û gundên ser sînor aloz dike û wan dilgiran dike. Lê gera hêzên Amerîkî li ser sînor û derbasbûna erebeyan wan nav hin bajaran, wekî Serêkaniyê, dilgiraniya welatiyan sivîk dike.
Ji bo aramkirin û cîgîrkirina rewşê li ser sînor, Amerîka li ser hersê astên diplomasî, serbazî û emnî li gel Tirkiyê hewl dide ku rêkeftin li ser navçeyeke aram bê kirin. Lê derbarê “Navçeya Aram” de helwesta Turkiyê û Rêveberiya Xweser pir ji hev dûr in.
Turkiye dixwaze navçeya aram bi kûrahiya 32 kîlometreyan be, ew navçe bi temamî ji hêzên YPGê vala be, tenê artêşa Turkiyê wê navçeyê kontrol bike.
Rêveberiya Xweser dixwaze navçeya aram bi kûrahiya 5 kîlometreyan be, hêzên YPGê tenê ji wê navçeyê derbiçin, hêzên parastina sînor ji hêzên xwecihî bin.
Sekreterê Ek Partî Nisredîn Ibrahîm ji Rûdawê re got, gefên Tirkiê cidî ne û pêwîst e hemû pêkhateyên siyasî, neteweyî û civakî Rêveberiyeke hevbeş durust bikin.
Endamê komîteya navndî ya PDK-Sê Hesen Remz jî ji Rûdawê re ragihand ku gefên Tikiyê bê razîbûna Amerîka nayên cîbicîkirin, lewma karê dîplomatîk girîng e.
Çavdêr û şopîner rewşa rojhilatê Feratê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî bi helwesta Amerîkayê ve girê didin. Bi gotina wam tenê Amerîka dikare glopa sor an a kesk li pêş Tirkiyê vêxe.