Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî radigihîne: “Îsal bîranîna enfalkirina Barzaniyan ji salên pêştir xembartir e, çimkî çavên me li biyabanên Nugre Selman e ku di van demên dawiyê de gorên bikomî yên enfalkiriyan têde hatiye dîtin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di merasîma 36.salvegera enfalkirina Barzaniyan a li ser goristana şehîdan a li devera Barzan birêve çû, gotarek pêşkêş kir.
Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de got: “Ev çend roj in careke din çavê me li biyabanên Iraqê, çavê me li gundê Şêxel Bade yê nêzikî Nugre Selman ku rûfatên zêdetirî 75 Kurdên enfalkirî têde hatine dîtin. Hemû jin û zarok bûn û dîmen gelek dilhejinîn bûn. Zarokekî sava hatiye dîtin ku di himbiza dayika xwe d ehatiye gulebarankirin û bi hişkî singe dayika xwe girtiye. Dayikeke din hatiye dîtin ku 5 zarokên biçûk li tenişta wê hatine gulebarankirin."
Barzanî herwiha dibêje: “Em kesûkarên qurbaniyên enfal û jenosîdê ji Germiyan heta Badînan, nax û derûniyama me xelkê Kurdistanê careke din bi wan dîmenana hejiya. Careke din dîmenên gulebarankirin û bi saxî binaxkirina 182 hezar kesên bêtawan û medenî, xelkê Kurdistana me, ew biyaban têne berçavan ku tenê ji ber Kurdbûn û niştimanperweriya wan bi komî hatine şehîdkirin."
Serokê Kurdistanê di dewama gotara xwe de amaje bi wê kir ku ji 182 hezar enfalkiriyan tenê rûfatên 2 hezar û 672 şehîdan hatine veguhastin bo Kurdistanê û dibêje, “Ji 8 hezar Barzaniyên enfalkirî tenê rûfatên 596 şehîdan bo devera Barzan, li vê derê, li vê axa pîroz hatine veşartin.”
Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Dîtina her goreke bikom, derxistina her rûfatekê xelkê Kurdistanê têxe nav xemeke mezin. 31ê Tîrmeha 1983an ciwan û zarokên kur ji aliyê rejîma Bees ve weke kesên suçdar hatine desteserkirin. Mehek piştî wê hemû li bajarê Musenna hatine gulebarankirin û bikom hatin binaxkirin. “
Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje, “Jiyana jin û zarokên Barzaniyan piştî Enfalê gelek dijwar bû. Erkê xwedîkirina zarokan ket ser milên serbilind ên Barzaniyan û gelek zarok neçar bûn ku dawî li xwendina xwe bînin. Kesên ku ji Enfalê xilas bûn, bi tirsa ku dê rojekê wan jî bibin jiyana domandin. Ev rewş û proseya dijwar heta serhildana sala 1991an berdewam kir.
Jinên Barzanî, li hember van zor û zehmetiyan bi îradeyeke mezin rûbirû hatin. Li aliyekê bo zarokên xwe bûn bav û li aliyekî ew bi hestên niştimanperiya Kurd zarokên xwe mezin kirin. Niha ew ciwan bi pêşxistina xwe xizmeta Kurdistanê dikin. Ez destên dayikên rûspî yên enfalkiriyan yek bi yek maçî dikim ku çi li vê derê li Barzanê û çi jî li Germiyanê bin.”
Herwiha Serok Nêçîrvan Barzanî destnîşan dike ku enfalkirina Barzaniyan bi hemû pîvanan jenosîd e.
Serokê Herêma Kurdistanê spasiya xelkê Hewlêrê jî kir ku alîkarên mezin bûn bo sernegirtina plana enfalkirina Barzaniyan û got, “Barzan û Barzaniyan rol û pêgiheke mezin hebûye di dîroka xebata gelê Kurdistanê de, yekitiya xwe diparêzin ji bo ku hêzeke karîger bin bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê û pêkanîna dadmendiyê.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse