35 sal di ser enfalkirina Barzaniyan re derbas bû
Hewlêr (Rûdaw) – 35 sal di ser enfala Barzaniyan re derbas bû, dema ji ber Kurdbûn û Barzanîbûna xwe ji warê xwe ber bi jêra Iraqê û piştre ber bi komelgeha Zoremlêya Quştepe hatin veguhestin, di 31-07-1983an de bi hinceta ku wan ji bo civînekê dibin Kerkûkê, li çolên Nogire Selman, Erer û Tobzawa bi zindî hatin binaxkirin.
Semîre Hesen li ber darekî rawestiyaye ku li ser wê darê wêneyên kesên enfalkirî hatine daliqandin, li wêneyan temaşe dike, daku wêneya bavê xwe bibîne, lê dema ku bavê wî hatiye enfalkirin ew qas biçûk bûye, bavê xwe nas nake.
Li mala Semîre wêne û yadgarên gelek Barzaniyên enfalkirî hene, hemû bi dehan kesên weke Semîre li pey xwe hiştine, ku rojên gelek zor û zehmet dîtine.
Semîre Hesen dibêje: “Bêbavî jiyana me wêran kir, jiyana me wêran kir, bêbavî gelek nexweş e, kesê me tinebû, tenê bav hebû, birayên min biçûk bûn, dayîka min cihêl bû.”
70 kes ji malbata Yehya Salih bi awayekî zindî hatine binaxkirin. Yehya behsa wê rojê dike ku dema serdema Beisê de xizmên wî birine.
Yehya Salih dibêje: “Ez bi mûcîze derçûm. Temenê min biçûk bû, lê wan ez jî dibirim. Me didît zarokek yan pîrejinek dimirî, zilam nemabû, kes nemabû biçin ser goristanê jî.”
Paşmahiyên enfal ji çolên Nogire Selman, Semawe, Erere anîne muzexaneya Barzanê.
Seyran Salih ku xizma enfalkiriyan e, li muzexaneyê li paşmahiyan temaşe dike û dibêje: “Dema kesek tê diranekê dibîne, yan minhemekê dibîne, yan çakêtekê dibîne, yan jî goreyekê dibîne kes nabêje tiştê me li vir tine.” Ji ber ku ji 8000 Barzanî, rufatên nêzîkî 600 kes anîne vê derê.
Li devera Barzanê dê ji bo enfalkiriyan monumêntek were çêkirin. Rêveberê Rêveberiya Şehîd û Enfalkiriyên Barzanê Rêbwar Remezan dibêje: “Ev monument dê ji bo me bibe aliyekî giring ê dîrokî. Çimku êdî bi awayekî zanistî kelûpelên kesên enfalkirî dê têde werin parastin.”