HERÊMA KURDİSTANÊ – Elektirîk dibe yê kerta taybet

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Elektirîkê yê Herêma Kurdistanê dabeşkirina elektirîkê dide kerta taybet. Bi vê projeyê dê modela jeneratoran ji hole rabe.

 

Wezareta Elektirîkê yê Herêma Kurdistanê dabeşkirina elektirîkê difiroşe şîrketên taybet ên elektirîkê û herdu alî kar dikin ku di çend mehên pêş de êdî elektirîk bibe yê kerta taybet.

 

Berdevkê Wezareta Elektirîkê Heme Emîn Hewramî ji Rûdawê re ragihand ku karê dabeşkirina elektirîkê didin destê dezgehên taybet û ev dezgeh jî ne merkezî ne.

 

Hewramî diyar kir ku li gel cîbicîkirina karên elektrîkê, êdî ew dezgeh bixwe elektirîkê dabeş dikin û paareyên wê jî kom dikin. Bi vî awayî him kerta taybet û him jî hikûmeta Herêma Kurdistanê ji vî karî qezenc dike.

 

Li Herêma Kurdistanê dabeşkirina elektirîkê ji 14 zoneyan tê kirin. Li her parêzgehekê jî çend şîrketek van zonan werdigrin. Bi cîbicîkirina vê projeyê, modela jeneratorên nav taxan jî namîne.

 

Xwedanên jeneratorên taxan jî dibêjin ku bi pêkanîna vê projeyê ew dê zirarek mezzin bikin, ji ber ku wan janerator û alavên wê bi buha kirîne.  

 

Li gel pêkanîna vê projeyê dê karmendên Wezareta Elektirîkê li gor daxwazên xwe bikarin di nav kerta tqaybet de kar bikin.

 

Ew karmendên ku naxwazin di kerta taybet de kar bikin jî dê wezaretên din de bên bicîhkirin.

 

Lê karmendên hunerî dê li gel şîrketên kerta taybet bimînin.