Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê hişyarî da

Hewlêr (Rûdaw)- Duhî hejmarek ji konsulxaneyên biyanî li Hewlêrê welatiyên xwe yên li Hewlêrê hişyar kirine ku herdu rojên 31ê Tîrmehê û 1ê Tebaxê neçin cihên giştî.

Konsulxaneya Geştî ya Amerîkayê li Hewlêrê di agahdariyeke bilez de bo welatiyên xwe yên li Hewlêrê daxwaz ji wan kiriye di van herdu rojan de serdana cihên giştî yên Hewlêrê nekin, ew jî ji ber hebûna gefekê.

Konsulxaneya Amerîka agahiyên zêdetir li ser wê gefê belav nekir.

Li gorî wê daxuyaniyê, hêzên asayişê yên Kurdistanê dê bi awayekî demkî li derdora konsulxaneyê werin zêdekirin, herwiha daxwaz ji welatiyên xwe dike ku di van herdu rojan de, di dema tevger û derketina xwe de, ha ji xwe hebin.

Ji aliyekî din ve, beşek din ji konsulxane û şîrketên biyanî yên nava Hewlêrê karmend û welatiyên xwe hişyar kirine ku serdana cihên giştî nekin.


Piştî teqîna 17ê Nîsanê li pêşiya Konsulxaneya Amerîka li Hewlêrê ev cara yekê ye ku ew konsulxane hişyariyeke ewlehiyê dide.