ENKS û EGRKê serdan YPGê kirin

Girê Spî (Rûdaw) - Di çarçoveya şerê nevbera Cebhet El-Nasra û Yekiniyên Parastina Gel (YPG) li gundên herêma Girê Sipî de, komîteya hevbeş a navbera Encumana Niştmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encumana Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) serdana eniya şer kirin, rewşa xelk û şervanên kurd ji nêzîk ve şopandin. Piştî Cebhet El-Nusra guh nedan pêşniyarên aliyê ereban ya ji bo girêdana peymaneke rawestantina şer, şervanên YPG ê amade bûna xwe ji bo berdewam bûna şer li dijî Cebhet El-Nusra nîşan dan.