Li Çewlîgê 1675 gram esrar hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dara Hênê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, di depoya komirê yê malekê de kîloyek û 675 gram tiryak (esrar) hat girtin.

Tîmên Şaxa Tawanên Narkotîk a Rêveberiya Ewlehiyê ya Çewlîgê, di çarçoveya rêlibergirtina bazirganiya madeyên hişbir de li navçeya Dara Hênê bi ser malekê de girt.

Di operasyonê de kîloyek û 675 gram tiryak (esrar), seradek û hinek amûrên ku di hilberîna madeyên hişbir de dihatin bikaranîn hatin girtin.

Herwiha di operasyonê de gumanbarek hat desteserkirin û hêzên ewlehiyê piştî karên îfadewergirtinê ew veguhast Dadgeha Çewlîgê.