Rêveberiya Xweser: Me di 3 geştan de 341 kes ji Sûdanê vegerandin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser 341 kesên xelkê Rojavayê Kurdistanê di 3 geştan de ji Sûdanê vegerandine ku ew kes asê mabûn û dixwestin vegerin.

Rêveberiya Xweser îro Çarşemê ragihand, wan 338 kes vegerandine ku di nava wan de cenazeyê 3 kesan jî hene.

Rêveberiya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser got, hejmara kesên ku heta niha hatine vegerandin, gihîşte 341 kesan û 3 cenazeyan.

Rêveberiya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de ragihand, “Bi bilindbûna sere li Sûdanê re ku em hêvî dikin raweste û di demeke nêz de aramî li welat pêk were, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya Nivîsgeha Têkiliyên Derve erka xwe li hember şêniyên me ku li Sûdanê asanê mane, pêk tine. Heftiya yekemîn ji meha Gulanê û piştî ku zêdetirî 150 kes di navde jin û zarok hatin rizgarkirin û gihaştin bajarê Qamişlo, Nivîsgeha Têkiliyan bi rêya koordînasyon û şopandinê careke din 18 kes di navde 3 pitik rizgar kir û ew gihand bajarê Qamişlo û cara sêyemîn jî ji 170 kesî pêk dihat di navde zarok û 31 pitik her wiha jin, cenazeyê 3 kesên ku li Sûdanê asê mabûn û beşa dawî gihîşt Şamê.”

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, “Di meha Gulanê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 341 kes di navde navde zarok, jin, pitik her wiha 3 cenaze li ser 3 beşan hatin rizgarkirin.”

Ji ber şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de hejmareke zêde ya welatiyên Rojavayê Kurdistanê li Sûdanê asê mabûn û daxwaza rizgarkirinê ji Rêveberiya Xweser û Herêma Kurdistanê û Serok Mesûd Barzanî kiribûn.

Di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de 15ê Nîsana 2023an li paytexta Sûdanê Xertûmê û bajarên cuda şerên çekdarî derketibûn.

Nakokiya li ser reforma ewlekariya leşkerî ya di navbera artêş Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez (RSF) de, ku tê de beşdariya tam a RSFê ya di artêşê de dihat xwestin, di navbera her du hêzan de veguherî şerekî germ.