Ji 2014an vir ve zêdetirî 120 hezar Kurdên Êzîdî koçberî derveyî welat bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî jenosîda ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hat kirin, zêdetirî 120 hezar Kurdên Êzîdî hewl dan bi awayekî neqanûnî û metirsîdar ji Iraq û Herêma Kurdistanê derbasî Ewropayê bibin.

Li gorî Ofîsa Karûbarên Êzîdiyan li Hikûmeta Herêma Kurdistanê sedemên din ên ku Kurdên Êzdî ber bi koçberiyê ve tehm didin xizanî, ne aramaî û bêkarî ne.

Gundê Esiyanê yek ji wan deveran e ku herî zêde Êzîdî jê koçber bûne.

Nîvê şêniyên gundê Esiyanê yê ser bi bajarokê Şêxanê ve di heyama çend salên borî de warên xwe terikandine û koçberiya ji Herêma Kurdistanê û Iraqê di nav gundiyên mayî de mijareke germ e.

Bajarokê Şêxanê navçeyeke parêzgeha Duhokê ye û piraniya nişteciyên wê Kurdên Êzdî ne.

Mamosteyê gund Heysem Hesen dibêje "Li gorî serjimêriya sala 2014'an 800 kes qeydkirî bûn. Niha ev hejmar daketiye tenê 390 û yên din koçberî derveyî welat bûne."

Bi dehan kes, bi taybetî ciwan, ji seranserê Herêma Kurdistanê û Iraqê rojane ji bêhêvîtiyê diçin rêyên qaçaxiyê, bi hêviya ku xwe ji qeyranên bêdawî yên wek nebûna kar, ne aramiya siyasî, û gendeliya li welat rizgar bikin.

Muxtarê gundê Esiyan Nizar Dawûd ji Rûdawê re diyar kir ku wî rê li ber çend zarokên xwe vekiriye ku ji bo peydakirina jiyaneke baştir biçin derveyî welat û got “Birayên min li derveyî welat dijîn, xwişkên min li derveyî welat dijîn, du kurên min li derveyê welat dijîn. Yek ji kurên min nexweş bû û li vir îmkana dermankirinê tunebû.”

Muxdarê gund dibêje ku ew dê ji ber nebûna derfetên kar kurê xwe yê din jî bişîne derveyî welat û wiha berdewam kir “Ez niha plan dikim ku kurê xwe yê din ku zewicî ye bişînim derveyî welat.”