Fraksîyona PDKê bo Tirkiyê: Xelk û sirûşta Kurdistanê nekin qurbanî
Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrata Kurtdistanê (PDK) daxwaz ji hikûmeta Tirkiyê kir ku xelk û sirûşta Herêma Kurdistanê neke qurbaniyên “pirsgirêkên xwe yên ligel PKKê.”
Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê, îro Duşemê 31ê Gulana 2021ê, têkildarî ziyanên canî û jingehê yên ji ber êriş û operasyonên Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir û têde daxwaz ji Tirkiyê kir ku hemwelatiyên sivîl û sirûşa Kurdistanê neke qurbaniyên şerê xwe.
Di daxuyaniya xwe de Fraksiyona PDK dibêje: “Mixabin şerê PKK û Tirkiyê her tim bûye sedema wêrankirina jiyan û jîngeha Kurdistanê û herwiha bûye sedem ku gund bêne valakirin û bibin kavil û nehiştina jiyanê li ser navçeyên sînorî.”
PDK herwiha daxwazê ji PKK û Tirkiyê dike ku pirsa xwe li nav axa Tirkiyê çareser bikin û dibêje: “Em niha ne li ser darbirînê, lê pêştir jî me daxwaz kiribû ku divê êdî hemwelatiyên sivîl nebine qurbanî û neyên şehîdkirin. Bila ev pirsgirêk li nav axa Tirkiyê bê çareserkirin û xelkên Herêma Kurdistanê, jîngeha, ajel û sirûşta Kurdistanê nebe qurbaniyên vî şerî.”
Frakisyona PDKê amaje bi wê yekê jî kir ku “PKKê herdem behaneyê dide dest Tirkiyê û bi berpirsiyarî serederî ligel rewşa hestyar a Herêma Kurdistanê nekiriye, berevajoyê vê dixwaze Herêma Kurdistanê tevlîhev bike û sirûşt û xaka Kurdistanê baca wê bide ku bi wê behaneyên dide Tirkiyê.”
PDK herwiha bang li hikûmeta Iraqê dike ku “di vê mikarê de bibe xwedî helwest û xwe bêalî neke û hem bi dewleta Tirkiyê biaxive û peyameke zelal bide PKKê."
Di heman demê de Fraksiyona PDK dida zanîn ku wan rêşnivîsek ji bo Parlamentoya Kurdistanê amade kirine û tê de daxwaza tedbîrên pêwîst û rûniştineke taybet têkildarî mijarê dikin.
Ev yek di demekê de ye ku di roja 30ê Gulana 2021ê di wêneyên ku ji Rûdawê hatibûn şandin de, diyar dibûn ku Tirkiye li sê deverên Bakûrê Kurdistanê li ser sînorê Amêdî û Zaxo dest bi vekirina sê rêyan kiriye û zêdetir ji salekê ye daristanên zozanan dibirin û darên wan dibin bajarên Bakurê Kurdistanê û difiroşin.