Kosret Resûl daxwaza asayîkirina rewşa Kerkûkê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî teqînên şeva bihorî yên li Kerkûkê şermezar kir û ragihand, erkê hikûmeta Iraqê û saziyên ewlehiyê ye ku bikerên teqînan bibînin û ceza bikin. Kosret Resûl herwiha daxwaz kir, aliyên Kurdistanî hewlên xwe bixin kar ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê.

 

Şeva bihorî 6 teqînên li pey hev li nav bajarê Kerkûkê çê bûn û li gor agahiyan, di encama wan teqînan de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn. Kosret Resûl Elî jî bi peyamekê de ew teqîn şermezar kirin û serxweşî li kesûkarên şehîdên van bûyerên terorîstî kir û hêviya zû başbûnê jî ji birîndaran re xwest.


Cîgirê Sekreterê Giştî yê ragihand: “Erkê hikûmeta Iraqê û saziyên ewlehiyê yên Kerkûkê ye ku bi zûtirîn dem bikerên van kiryarên terorîstî bibînin û ceza bikin. Ev kiryarên terorîstî astengên sereke ne ji bo pêkvejiyana aştiyane ya navbera aliyan û dibin asten li pêşiya asayîbûna rewşa bajêr.”

 

Kosret Resûl daxwaz ji aliyên Kurdistanî kir ku hewlên xwe bo asayîkirina rewşa Kerkûkê dest pê bikin û got: “Bila em hemû pêkve ji bo parastina jiyana hevwelatiyan û asayîbûna rewşa navçeyê, hewlên xwe bixin kar bo asayîkirina rewşa Kerkûkê û navçeyên din ên Kurdistanî, bi corekê ku hemahengî û hevbeşiyeke temam di navbera Hêzên Pêşmerge û Asayiş û hêzên ewlehiyê herêmê û Artêşa Iraqê de hebe.”