Îran êdî bi rêya elektronîk vîze dide welatiyên Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Konsulxaneya Îranê ya li Hewlêrê ragihand ku ew êdî bi rêya elektronîk ji welatiyên Herêma Kurdistanê re vîze didin.

 

Serkonsulê Îranê yê li Hewlêrê Murteza Îbadî bi daxuyaniyekê ragihand ku hêsankirina karûbarên welatiyên Herêma Kurdistanê yek ji armancên sereke yên konsulxaneya wan e û di vê çarçoveyê de êdî bi rêya elektronîk vîze didin wan kesan ku dixwazin serdana Îranê bikin.

 

Di daxuyaniya konsulxaneya Îranê de hatiye diyarkirin, “kesên ku dixwazin vîze werbigrin, bi rêya kompaniyeke geşt û geriyê, yan jî bi rêya malpera e_visa.mfa.ir dikarin forma daxwaza wergirtina vîzeyê tijî bikin û dikarin serdana konsulxaneyê bikin di nav rojekê de vîze werbigrin.”

 

Li ser buhayê vîzeya elektronîk, Konsulxaneya Îranê eşkere kiriye ku buhayê wê ji buhayê vîzeya asayî ne cuda ye û heman buhayê vîzeya ku berê ji aliyê konsulxaneyê ve ji welatiyan re dihate dayîn e.

 

Buhayê vîzeya Îranê ji welatiyên Herêma Kurdistanê re 38 dolar e û dema mana li Îranê jî tenê mehekê ye, herwiha buhayê vîzeya bilez 55 dolar û vîzeya nexweşan jî 28 dolar e.