Li Mêrdînê ji ber lêxistina birûskê şivanek mir

Vedat Çakil / Wêne: Ajans

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dêrikê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di encama lêxistina birûskê de şivanekî canê xwe ji dest da.

Li gundeke navçeya Dêrikê ya Mêrdînê birûskê li şivanê bi navê Vedat Çakilê 27  salî xist.

Vedat Çakilê ku pez li çolê diçerand bi lêxistina birûskê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê Vedat Çakilê bir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê.