Herî zêde zêrên kîjan welatan hene?
Hewlêr (Rûdaw) - 11 welatên ku herî zêde zêrên wan hene diyar bûn.
Li gorî amarên Fona Pereyan a Navneteweyî, Banka Cîhanî, Banka Rezerva Federal a St. Louis, Konseya Zêran a Cîhanê, 11 welatên ku herî zêde rezervên zêran lê hene eşkere bûn.
Di nav welatên ku herî zêde rezervên zêran hene Amerîka serê lîsteyê dikişîne û Tirkiye jî di rêza 11emîn de cih digire.
Li gorî daneyên 2023yan welatên ku herî zêde rezervên zêran li wan hene ev in:
1 - Amerîka: 8 hezar 133 ton
2 - Almanya - 3 hezar 353 ton
3 - Îtalya - 2 hezar 452 ton
4 - Fransa - 2 hezar 437 ton
5 - Rûsya - 2 hezar in 333 ton
6 - Çîn - 2 hezar 192 ton
7 - Swîsre - Hezar 40 ton
8 - Japonya - 847 ton
9 - Hindistan - 801 ton
10 - Holanda - 612 ton
11 - Tirkiye - 479 ton