DEM Partiyê li ser Şirnex û Bedlîsê daxuyanî da!
Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê bi rêya hesabên xwe yê torên civakî ragihand ku li Şirnex û Bedlîsê gelek endamên wê hatine desteserkirin.
“Hewl dide bi dek û dolabên sindoqan encaman biguhere”
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser “hilbijêrên qaçax” û got:
“AKP, bi rêya hilbijêrên qaçax negihişt encama ku dixwest lê niha bi rê ya fêlên sindoqan, bi êrişkirina peywîrdarên me yên sindoqan, bi binçavkirina hevserokên bajarê me û bi sedan kesan û dorpêçkirina avahiya me ya bajêr hewl dide wan encaman bi dest bixe.
AKP bi heman awayî hewl dide li Bedlîsê jî bi dek û dolabên sindoqan encaman biguhere û îradeya gelê me xesp bike.
Peywîrdarên me yên sindoqan ên ku îtiraz dikin û hiqûqzanên me tên desteserkirin.
“Hûn bi derbeyan bi ser nakevin”
Em bangî wan rayedaran dikin ku bi mehan e bêhiqûqiyan dikin: Hûn bi derbeyan bi ser nakevin, hûn dê nikaribin bi rêya xespkirina îradeya gelê me encaman biguherin.
Em dê di bin her şert û mercan de mafên gelê xwe biparêzin.”