Li Amed û navçeyên wê rewşa dawî

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) di hilbijartinên şaredariyan de li bajarê Amedê li gorî encamên destpêkê li navenda bajêr û 14 navçeyên wê li pêş e.

Li sê navçeyên Amedê jî namzedên AK Partiyê li pêş in.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xelk îro ji bo hilbijartinên şaredariyan çû ser sindoqan.

Piştî ku saet 17:00ê dengdana ji bo hilbijartinên şaredariyan li seranserê Tirkiye û Bakurê bi dawî bû hejmartina dengan dest pê kir.

Li gorî amarên destpêkê yên AAyê li navenda Amedê ji sedî 87,54an a dengan hatine hejmartin.

Namzeda DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ayşe Serra Bucak Kuçukê ji sedî 64,22an a dengan bi dest xistiye.

Namzedê AK Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehmet Halîs Bîlden jî 16,94an a dengan wergirtiye.

Li navçeyên Çermûg, Şankuş û Hezroyê namzedên AK Partî li pêş in lê li her 14 navçeyên din ên bajêr namzedên DEM Partiyê li pêş in. 

Li Amedê hejmartina dengan berdewam dike.