Li Semsûrê surprîz

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Semsûrê di hilbijartinên şaredariyan de Namzedê CHPyê Abdurrahman Tutdere surprîz kir û li gorî encamên destpêkê li pêş e.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xelk îro ji bo hilbijartinên şaredariyan çû ser sindoqan.

Piştî ku saet 17:00ê dengdana ji bo hilbijartinên şaredariyan li seranserê Tirkiye û Bakurê bi dawî bû hejmartina dengan dest pê kir.

Li bajarê Semsûrê ku DEM Partiyê namzed dernixistibû, rikeberî di navbera namzedên CHP û AK Partiyê de ye.

CHPyê Abdurrahman Tutder kiribû namzedê şaredariya Semsûrê û AK Partiyê jî li heman bajarî Ziya Polat kiribû.

Li gorî amarên AAyê:

Rêjeya sindoqên ku li Semsûrê hatine vekirin ji sedî 93,19.

Namzedê CHPyê Abdurrahman Tutdere: Ji sedî 47,07.

Namzedê AK Partiyê Ziya Polat: Ji sedî 27,69.