Wezareta Derve ya Amerîkayê bo Rûdawê: Bûyera Cindirêsê nayê qebûlkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Amerîkayê bang li aliyên Sûriyê kir ku tundiya li dijî sivîlan rawestînin. Wezaretê herwiha bûyera êvara Newrozê ya li bajarokê Cindirêsa Efrînê jî şermezar kir û wek bûyerek ku “nayê qebûlkirin” bi nav kir.
Roja Înê 31-03-2023, rayedarekî Wezareta Derve ya Amerîkayê ji derbarê bûyera Cindirêsê de ku têde 4 welatiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê di dema pêxistina agirê Newrozê û pîrobahiyên cejna Newrozê de hatin komkujkirin, ji Rûdawê re ragihand, “tundûtûjiya weke ya Cindirêsê ku di roja 20ê Adarê de me dît, nayê qebûlkirin.”
Wezareta Derve ya Amerîkayê got: “Em bang li hemû aliyan (li Sûriyê) dikin ku tundûtûjiyên ku zirarê didin sivîlan rawestînin.”
Êvara roja 20ê Adara 2023an û di dema pêxistina agirê Newrozê de, çekdarên komeke çekdar li bajarokê Cindirêsa Efrînê gule berdabûn endamên malbateke Kurd û di encamê de 4 kes kuştibûn û 2 kes jî birîndar kiribûn.
Rayedarê Wezareta Derve ya Amerîkayê got jî: “Me bi berdewamî ji hemû aktorên Sûriyê re tekezî li ser giringiya parastina agirbestê kiriye.”