Îro 75emîn salvegera bidarvekirina Qazî Mihemed e

Hewlêr (Rûdaw) - Di rojeke wek îro de Serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed û wezîrê parastinê yê komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li meydana Çarçira ya bajarê Mehabadê li Rojhilatê Kurdistanê hatin bidarvekirin.

Qazî Mihemed di 1ê gulana sala 1900an li bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Qazî Mihemed di 30ê Adara 1947an li meydana Çarçira ji aliyê rejîma wê demê ya Îranê ve hat bidarvekirin.

Pêşewa Qazî Mihemed di heman demê de dadwer, serokê Partiya Komeleyê (nîsana 1945), damezirênerê Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) û serokê Komara Kurdistanê bû.

Qazî Mihemedê kurê Qazî Eliyê kurê Qazî Qasim e. Ew bi Mîna Qazî re zewiciye, kurek û 7 keçên wî hebûn. Ji malbateke dîndar û kurdperwer tê. Birayê wî yê bi navê Seyfulquzat helbestvanek bû û bandora xwe li ser hestên Qazî Mihemed ên neteweyî kiribû. Mamê wî Fetaq Qazî di şerê navbera Rûsan de jiyana xwe ji dest da. Kalikê wî Şêx Elmeşayix ji bo yekkirina Kurdan, di sala 1930an de li gundê Erbato yê li bajarê Dîwandereyê êlên Kurd li hev dicivîne.

Ragihandina Komara Kurdistanê ji aliyê Qazî Mihemed ve

Di 22yê Çileya 1946an de Qazî Mihemed li meydana Çarçira Komara Komara Kurdistanê li Mehabadê ragihand.

Di 17ê Kanûna 1946an de piştî têkçûna Komarê, di 30ê adara 1947an de Qazî Mihemed û Wezîrê Berevanî yê Komarê Seyfî Qazî û birayê wî Sedrî Qazî li meydana Çarçira ya Mehabadê hatin bidarvekirin.

Qazî Mihemed berî ku bê bidarvekirin wesiyetek nivîsandiye.

Wesiyet ji arşîvên fermî yên Îranê hatiye bidestxistine û di beşeke wê de Qazî Mihemed wiha dibêje: “Gelê min ê Kurd û birayên min ên hêja, birayên min ên behr xwarî, gelê min ê zorlêkirî, va ez di gavên herî dawîn ên jiyana xwe de me, werin ji bo xatirê Xwedê êdî dijminayiya hev nekin û pişta xwe bidin hev, li hember dijminê zordest û zalim derkevin, xwe belaş mefiroşin dijminan, dijmin her ewqas we dixwaze tenê karê xwe bi we pêk tîne û qed bi we re dilovanî nake; di her fersendekê de be qed li we nabihure”.

Qazî Mihemed herwiha di beşeke din de dibêje: “Şîret û wesiyeta min ew e bila zaroyên we bixwînin, ji ber ti tiştê me ji yê gelên din ne kêmtir e, bi tenê xwendin nebe, bixwînin ji bo hûn ji karwanê gelen paşve nemînin û her xwandin çeka kujeka dijminan e.”

Di wesiyetê de herwiha hatiye gotin: “Piştrast bin û bizanin ger tebayî û yekbûn û xwandina we baş be, hun dê pir baş bi ser dijminê xwe de serbikevin jî. Çênabe bi kuştina min û bi kuştina bira û pismamên min çavê we bitirse, heta hûn bigihêjin hêvî û meramên xwe;  divê hêj pir kesên din ên mîna me xwe di vê rê de gorî bikin.”

Keça Qazî Mihemed behsa wî kiribû

Munîre Qazî ku yek ji 7 keçên damezrênerê Komara Kurdistanê Pêşawa Qazî Mihemed e, pêştir bibû û mêvana bernameya ‘Pêncemorê’ û pirsên derbarê jiyan û karû xebatên Qazî Mihemed de bersivandibû

Munîre Qazî wiha behsa bavê xwe kiribû: “Bavê min kesekî gelek dilovan bû û bi me hemûyan re eleqedar dibû û bi hemûyan re digihişt. Ez ne di wê baweriyê de me ku li cîhanekî kesekî bi qasî bavê min dilovan hebe. Lêbelê wî ji me zêdetir ji gelê Kurd hez dikir. Dema ku dayika jê dipirsî,  ‘Gelo ez çi ji van zarokan bikim?’ wî jî digot, ‘Ez ji bo zarokan li hember gelê xwe rûyê xwe reş nakim. Min sozek daye gelê xwe û di roja xweş de jî û nexweş de jî ez dê li gel wan bim.”

Munîre Qazî bîranînên xwe yên 31ê Adara 1947an wiha anîbû ziman: “Min dît ku li Meydana Çarçirayê amadekariyê bidarvekirinê dikin, lê min tam fêm nekir mesele çi ye. Dapîra min li xwe dida û dipirsî “ev amadekariyên axayê min e?” Piştre leşkerên hatin dapîr û xalê min dehf dan û ew ji wê derê dûr xistin. Min dengê bavê xwe bihîst. Tê bîra min wî wiha got: “Eger hûn îro Qazî Mihemed bikujin, sibe bi hezar Qazî Mihemed dê jidayîk bibin.” Bavê min du caran benê xwe qetand û herdu caran jî li fermandeyê mangaya îdamê xistiye. Piştre tevahiya cîhanê ji bo me girî.”