30 sal di ser koçberiya mezin a gelê Başûrê Kurdistanê re derbas dibin
Hewlêr (Rûdaw) - Sala 1991an bi hezaran kesan bi pêyan berê xwe dan rê, ji bo dîtina stargeheke aram. Di tomar û vîdyoyên wê demê de şûna tirs, xof û nîgeraniyê li rûyên xelkê diyar e. Koçberiya mezin ji tirsa êrişeke rejîmê bû li beramber Raperîna Adara wê salê.
Îro 30 sal di ser koçberiya milyonî ya gelê Başûrê Kurdistanê re derbas dibin. 31ê Adara 1991an nêzikî 10 roj piştî Raperînê û azadkirina piraniya şarên Başûrê Kurdistanê ji destê rejîma Beis, artêşa wê demê ya Iraqê, êrişeke berfireh ji erd û esman bo ser Başûrê Kurdistanê da destpêkirin û di encamê de nêzikî milyonek û 500 hezar Kurd ji tirsa dûbarebûna Enfal û kîmyabaranê, mal û warên xwe bicî hiştin û bi rêyên dijwar xwe gihandin ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê.
Di heyameke kurt de hejmareke zêde ya kampên demkî li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê hatin avakirin. Li gor Komîsyona Bilind a Netewên Yekbûyî ya ji bo penaberan, heta 6ê Nîsana 1991an, 750 hezar Kurd gihîştin ser sînorê Rojhilat, 280 hezar gihîştin nav sînorê Bakurê Kurdistanê û 300 hezar Kurd jî li ser sînor man.
Îranê her zû sînor li ber Kurdan vekir, lê Tirkiyê destpêkê red kir ku sînor li ber Kurdan veke, piştî guvaşa navdewletî û wergirtina alîkariya darayî, Tirkiyê sînor li ber penaberan vekir.
Koçberiya milyonî dijwar û zehmet bû. Zêdetirîn êş û azar bi ber zarok, pîr û kal ket. Av, xwarin, kon, derman û çareseriya pizîşkî bi zehmetî bi dest diket. Bi hezaran kesan, taybetî jî zarok û kesên bi temen, ji ber sirr û seqemê û rewşa xerab jiyana xwe ji dest dan.
Hejmareke zêde di rêya koçberiyê de ji aliyê helîkopterên rejîma Beisê ve hatin şehîdkirin. Herwiha ji ber teqînên wan mînên ku di heyama şerê 8 salî yê Îran û Iraqê de li ser sînor hatibûn danîn, jiyana xwe ji dest dan û hejmareke zêde jî kêmendam bûn ku piraniya wan jî zarok bûn.
Ji ber bircîbûn û nebûna dermanan, bi taybetî jî zarok tûşî zikçûn, enfeksiyona pişik, bedxorakiyê bûn. Li gor amarên Wezareta Derve ya Amerîkayê û rêxistinên mirovî yên navdewletî, li ser sînorê Bakurê Kurdistanê rojane 500 heta 1000 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Herwiha li ser sînorê Îranê jî bi heman şêwe, rojane bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Dîmenên koçberiya milyonî ji aliyê hejmareke medyayên cîhanî ve nîşanî raya giştî ya cîhanê û civaka navdewletî hat dayîn ku vê jî wiha kir, hevsozên zêde bo derdeseriyên Kurdan li ser asta cîhanê çê bibin.
Amerîka û Hevpeymaniya Şerê Kendavê, navçeya dijî firînê ji bo gihandina alîkariyên mirovî ragihand. Encûmena Asayişa Netewên Yekbûyî ji bo rawestandina êrişên artêşa wê demê ya Iraqê li ser Başûrê Kurdistanê, biryara hejmara 688ê derxist.
Rêxistinên mirovî dest bi gihandina xwarin, derman û pêdawîstiyên sereke kir bo nav kampên demkî. Piştî wê, koçberiya berevajî ya Kurdan ber bi navçeyên wan ve destpê kir. Lê bi hezaran Kurd li Îranê man. Hetta piştî wergirtina alîkariyên mirovî û vegerandina wan bo ser cih û warên xwe, rojane ji ber karîgeriya zehmet a koçberiyê, hejmareke zêde ya zarokan jiyana xwe ji dest dan.