Li Erzîngan û Dêrsimê li 4 gundan kerentîn hatin ragihandin

Hewlêr (Rûdaw) – Di berdewamiya rêkarên hikûmeta Tirkiyê yên ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê, li du parêzgehên Erzîngan û Dêrsimê hin cih hatin kerentînekirin.

Li gor agahiyan, li bajarokê Kemahê ya li parêzgeha Erzînganê 3 gund û li navçeya Mazgirdê ya Dersimê jî gundek hatine kerentînekirin.

Biryara kerentînê piştî wê yekê hat dan, ku encamên pişkinînê yên hejmarek kesan li wan gundan pozîtîv derketin.

Walîtiya Erzînganê ragihand ku gundên Mûratboynû, Eskîbaglar û Gedîktepe yên ser bi qezaya Kemahê ve hatine kerentînekirin û hatin û çûna li wan gundan hatiye qedexekirin.

Li gundê Geçîtveren ê ser bi qezaya Mazgêrdê ya Dersimê jî piştî derket ku 2 kes bi vîrusa Koronayê ketine, gund hat kerentînekirin.

Hat ragihandin ku piştî 6 kesên ji Stenbolê vegeriyane, vîrus li gund belav bûye.

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê ragihandiye, li tevahiya wî welatî 10,827 kes tûşî vîrusa Koronayê bûne ku 168 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Her li gor wan amaran, 162 kes ji tûşbûyan jî baş bûne.

Wezareta Tendirustiya Tirkiyê amarên giştî yên tûşbû û qurbaniyên koronayê radigihîne û ti hûrgiliyên din wek rêje û hejmara tûşbûyan û miriyan li ser asta parêzgeh û bajaran aşkere nake.