Li Mêrdîn û Çewligê qeza: 9 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Mêrdîn û Çewligê yên Bakurê Kurdistanê di dû bûyerên trafîkê de 9 kes birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, li ser rêya sereke ya Artuklu-Nisêbînê 2 otomobîl li hev qelibîn.

Di bûyerê de 4 welatiyên ku di her du otomobîlan de bûn, birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.

Li Çewligê di qezayê 5 kes birîndar bûn

Li aliyê din li ser rêya sereke ya Çewlig-Amedê otomobîlek ji rê derket û qelibî.

Di wê bûyerê de jî 2 jê zarok 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî çûn cihê bûyerê û birîndar birin nexweşxaneyê.

Van demên dawî bi taybet ji ber barîna berfê û bandorên neyînî yên keşûhewayê li Bakurê Kurdistanê bûyerên trafîkê zêde bûne.