Li Deriyê Sînor ê Xabûrê karmendên gumrikê li jin û mêrekê xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Dîmenên kêliyên ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê nobedarên gumrukê li jinekê û hevjînê wê dixin, rastî bertek û nerazîbûnan hat.

Di dîmenekê de ku tê îdiakirin şeva borî li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatiye kişandin û li ser torên medyaya civakî belav bûye, tê dîtin ku jinek û hevjînê wê rastî tundiya karmendên gumrikê tên.

Di dîmenan de xuya dibe ku di navbera jinekê û hevjînê wê û endamên hêzên emnî yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê de nîqaş çê dibe, jin mistekê davêje endamekî hêzên emnî û paşê heman endamê hêzên emnî bi pêhînekê derbek giran li jinê dixe.

Ji ber wê pehînê, jinik li ser pişta xwe dikeve erdê û jineke din ku nêzîk e ji bo alîkariya wê nêzîk dibe.

Di binê dîmenê ku ji hesaba medyaya civakî ya Şirnak Ajanasê hatiye parvekirin de hatiye gotin: "Ji bîr nekin ku hûn jî ewladên dayik û bavekî ne.

Di vê vîdeoya ku tê îdiakirin şeva borî li deriyê sînor ê Xabûrê hatiye kişandin, em bêrêziya li beramber dayik û bavekî extiyar bê ema û eger şermezar dikin."

Nasnameya kesên ku rastî tundî û lêdana fermanberên deriyê sînor ê Xabûrê hatine, herwiha sedema lêdana wan nehatiye zanîn. Herwiha nasnameya endamên hêzên ewlehiyê yên Deriyê Sînor ê Xabûrê ku tundiyê bi kar tînin, nehatiye zanîn.

Li aliyê din şopînerên ku bertek nîşanî dîmenan dan, serî li Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê dan.

 

 

Parlamentera HDPê bertek nîşan da: Dê bê ceza nemînin

Têkildarî bûyerê, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr li ser hesabê xwe yê Twitterê bertek nîşan da û got, “Ev der Deriyê Gumrukê yê Silopiyayê ye, di dema derbasbûnê de karmendê deriyê gumrikê şîdetê li jinan dike, ev rewş her roj diqewime. Ev tundiya li ser jinan li Deriyê Gumrika Silopiyayê tê kirin. Dê bê ceza nemînin, em dê bûyerê bişopînin.”

 

Du kes ji kar hatin avêtin

Piştî bûyerê hat zanîn ku Walîtiya Şirnexê Serdozgeriya Komarê erkdar kiriye daku derbarê bûyerê de lêkolînê bike û 2 xebatkarên gumrikê jî ji kar hatine dûrxistin.

Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn di daxuyaniyekê de ji ajansa fermî ya Tirkiyê re gotiye: “Piştî ku me zanî ku xebatkarên Deriyê Sînor ê Xabûrê reftareke ne di rê de bi welatiyan re kirine, me demildest gav avêt.”

Bîlgîn, da zanîn ku 2 karmendên di bûyerê de rol hebûne, ji kar hatine dûrxistin.

Baroya Şirnexê daxuyanî da

Baroya Şirnexê derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û diyar kir ku dê derbarê kesên eleqedar de xebatên hiqûqî bên destpêkirin.

Baroya Şirnexê wiha dibêje, “di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin weşandin de tê dîtin ku nobedarên gumrikê yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê şîdetê li hevjînek extiyar dikin.

Lêpirsînên pêwîst ji aliyê Baroya me ve tên kirin û dê hewl bê dayîn di zûtirîn dem de derbarê kesên pêwendîdar de proseya hiqûqî bê destpêkirin.”