HSD: Li Reqa û Tebqayê 8 çekdarên DAIŞê hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Reqa û Tebqayê 8 çekdarên DAIŞê hatine girtin û tunelek hatiye dîtin.

Di roja xwe ya 7em de, Operasyona Tolhildanê bo Şehîdên Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Asayîşa Navxwe ser bi Rêveberiya Xweser li parêzgeha Reqayê dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê berdewam e.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku depoyeke çekan hatiye dîtin û 8 çekdarên DAIŞê hatin girtin.

Encûmena Bajarê Reqayê derengê şeva borî qedexeya derketina derve li bajêr ji bo rojekê ragihandibû, ew qedexe îro ji demijmêr 6ê sibehê heta 8ê êvarê ye. Encumen dibêje ew qedexe ji bo parastina xelkê ye.

Li aliyê din HSDê di daxuyaniyeke din de ragihand ku hêzên wan li Reqayê “tunelek li nav avahiyên taxa Mişleb bi dirêjiya nêzî 50 metre bi kûrahiya 5 metre li bin erdê ye dîtiye”

Ev 7 rojin, HSD, hêzên Asayişa Reqayê bi alîkariya hêzên hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê “Operasyona Tolhildanê bo Şehîdên Reqayê” li dijî şaneyên DAIŞê dane destpêkirin, heta niha zêdetirî 120 çekdar û bergumenanên DAIŞê girtine, yek ji wan waliyê Reqayê yê DAIŞê ye.