Li Zaxo 20 firin hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Îdareya Serbixwe ya Zaxo 15-20 firnên nan ji ber giranbûna ar hatin girtin. Li parêzgeha Duhokê jî, di heftyekê de, 4 firin hatin girtin. 

Firnên Zaxo û Duhokê dibêjin ku ji ber giranbûna ar û gazê nikarin berdewamiyê bidin karê xwe û neçar in ku nan giran bikin an deriyê firnên xwe bigrin.

Niha buhaya her ferdeyeke 50kg ya arê sifir 40 hezar dînarane ku pêwîst e li gel arê baîyî têkel bikin heta nan jê amade bikin.

Xwediyên firnan dibêjin ku arê sifir berî niha 22 hezar dînaran bû, lê niha 40 hezar dînaran e û ar erzaqê ku berî niha bi 15 hezaran bû niha bi 35 hezr dînarane. 

Xwediyên firnan daxwazê dikin ku hikûmet di dabînkirina ar û gazê de alîkariya wan bike. 

Di nava hefteyekê de li Duhokê 4 firnên din jî hatine girtin,  nûnerê firnên Duhokê dibêje ku pirsgirêka wan bi kêmkirina gazê destpê kir, heta niha karê xwe berdewam kirine, lê nih bi bilindbûna buhaya dolar, buhaya kelûpelan hate bilindkirin, lê nan wek xwe ma ye û ji ber wê ew nikarin bi wan nirxan karê xwe bikin.