Şanda PDKê serdana Yekgirtûya Îslamî kir
Hewlêr (Rûdaw) – Piştî serdan û civîna li gel Komela Îslamî, şanda Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro li bajarê Hewlêrê serdana Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir.
Şanda PDKê li baregeha sereke ya Yekgirtûyê, ji aliyê sekreterê giştî yê vê partiyê Selahedîn Behaedîn ve hate pêşwazîkirin.
Civîna şanda PDKê li gel Yekgirtûyê di demekê de ye, ku wê partiyê pêştir ragihandibû, ku beşdarî di kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nake û dê bibe opozisyon. Tevî vê helwêsta Yekgirtûyê, îro şanda PDKê di çarçoveya serdanên xwe yên bo cem aliyên siyasî, serdana vê partiyê jî kir.
Pêştir Berpirsê Pêwnediyên Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Mihemed Hawdiyanî ji Rûdawê re gotibû: “Serdana şanda PDKê di çarçoveya têkiliyên siyasî de ye û pêwendî bi pêkanîna hikûmetê nîne. Çimku Yekgirtûyê biryara xwe ya dawiyê daye û beşdariyê di hikûmetê de nake”.
Biryar e piştî civîna li gel Yekgirtû, şanda PDKê her îro serdana Partiya Komonîst a Kurdistanê jî bike.