Cotkarên Herêma Cizirê dest bi çandiniya werza nû dikin

Qamişlo (Rûdaw) - Tevî ku niha Cotyar dest bi çandiniya sala nû kirine û nisk û kemûnê diçînin lê ew dibêjin ku wan hîn berhemên xwe yên sala borî ne firotine.

 

Cotyarek ji bajarê Qamşilo dibêje ku nirxê berhemên çandiniyê ji sedî 50 daketiye, lewma ew neçar bûn ku li cem xwe bihêlin. Hêviya cotkaran ew e ku buhakî baştir bîne da ku ziyan li wan ne be.

 

Cotyarê bi navê Ebdilrehman Silêman, bazirganan bi lîstika bi buhayê berheman tohmetbar dike û dibêje ku ew bi kêfa xwe buhayan li ser cotyaran ferz dikin.

 

Bazirganekî ji bajarê Qamişlo yê bi navê Bavê Eyhem jî ku xwediyê moxileke zad e, dibêje ku destpêka salê nirxê berhemên çandiniyê baş bûn lê ji ber ku cotyaran hêviya bûhabûnê dikirin wan berhemên xwe hiştin û niha nirxê wan daketiye.

 

Cotyarên Herêma Cezirê û tevahiya Sûriyê gazinan ji erzanbûna buhayê berhêmên xwe dikin. Bi gotina wan, bi bilindbûna nirxê Dolar, bûhayê hertiştî 15 taqan zêde buye, lê buhayê berhêmn çandiniyê ne li gorî vê zêdebûnê ye.