Parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş hat girtin

Navenda Nûçeyan - Parlamentara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş ku duh li Amedê hatibû desteserkirin, hat girtin.

 

Parlamentera HDPê ya Edenê Meral Daniş Beştaş êvariya duh 30ê Çileyê li mala xwe ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komara Tirkiyê ya Amedê ve hatibû desteserkirin.

 

Beştaş piştî ku jêpirsînê derket pêşberî Dadgeha Nobedar a Sulha 5emîn a Amedê.


Dadgehê bi hinceta ‘Endamtiya rêxistina terorê' biryara girtina Meral Daniş Beştaş da.