Kantona Cizîrê hişyarî da Tirkiyê: Em êdî bêdeng namînin!

31-01-2016
RÛDAW
A+ A-


Qamişlo (Rûdaw) – Rêveberiya Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê, hişyariyek tûj da Tirkiyê û ragihand, ew êdî nikarin li hember destdirêjiyên hêzên Tirk li ser axa Rojavayê Kurdistanê bêdeng bimînin û dê “bi hemû hêza xwe” bersiv bidin.

Rêveberiya Kantona Cizîrê derheqê derbasbûna hêzên Tirk bo nav axa Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku heta niha gellek caran hêzên Tirk derbasî nav axa Rojavayê Kurdistanê bûne û xwestine hinek gund û deverên sînorî dagir bikin. Wan heta niha li hember van karên provakatîf ên Tirkiyê xwe girtine çimkî ew naxwazin aloziyek di navbera wan û Tirkiyê de çêbibe, lê Tirkiye di vê yekê de israr dike û êrişî Rojavayê Kurdistanê dike, ji ber wê jî eger carek din artêşa Tirk sînor derbas bike dê bi hemû hêza xwe bersiv bidin…

Kantona Cizîrê bang li Netewên Yekbûyî jî kiriye ku pêşiya destdirêjiyên Tirkiyê bigire û wî welatî hişyar bike.

Daxuyaniya rêveberiya Kantona Cizîrê wiha ye:

“Dewleta Tirk ji demekê ve hewl dide derbasî hin herêmên Rojavayê Kurdistanê bibe. Artêşa Tirk duh (29ê vê mehê) derbasî gundên Serimsax û Xerabreşk ên girêdayî herêma Girkê Lebê bû û hewl da dagir bike. Ev destdirêjiya dewleta Tirk binpêkirina pîvan û zagonên navnetewî ye. Em ji aliyê xwe ve ev demek e li hemberî destdirêjiya dewleta Tirk xwe radigirin. Armanca me ji vê yekê jî ew e ku mijar aloztir nebe û em naxwazin dijberiyek di navbera me û dewleta Tirk de derbikeve û ji bo Tirkiye li hemberî sînorên me rêzdar be me ji civaka navnetewî xwest ku zextê li Tirkiyê bike û pêşiya destdirêjiya wê bigire. Lê mixabin dewleta Tirk di destdirêjiya xwe de bi israr e û bi dijminahî nêzîkî me dibe. Her wiha leşkerên Tirk guleyan bi ser welatiyên Rojava de dibarînin.

Em bang li Netewên Yekbûyî û civaka navnetewî û hemû rêxistinên hiqûqî dikin ku li hemberî destdirêjiya dewleta Tirk helwesta xwe diyar bikin û zextê li wê bikin ku van destdirêjiyên xwe yên li dijî pîvan û zagonên Netewên Yekbûyî û qanûna navnetewî dubare neke.

Em wekî Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê van destdirêjiyên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin. Em dibêjin ku eger artêşa Tirk careke din derbasî herêmên Rojavayê Kurdistanê bibe û di helwesta xwe ya dijminahî de bi israr be, ji mafê me yê rewa ye em bersiva guncaw bidin. Em ê bi hemû hêz û derfetên xwe parastina ewlehiya welatiyên xwe bikin û em ê bersiva hemû êrîşên ji çi alî bin, bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst