Serkan Ramanli: Ev pêvajo, pêvajoya çekdanîna PKKyê ye
Hewlêr (Rûdaw)- Serkan Ramanli diyar kir ku pêşhatên dawî yên di rojevê de pêvajoya çekdanîna PKKyê ye û ew hêvî dikin ku pêvajoya ku dest pê kiriye serkeftî bîbe.
Parlamenter û Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanli ser hevdîtina şandeya DEM Partî û Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan pirsên Rûdawê bersivandin.
Serkan Ramanli diyar kir ku ew hêvî dikin ku mafên Kurdan bên parastin û dewleta Tirkiyeyê heq û mafên Kurdan ên hatine binpêkirin qebûl bike û wan îade bike.
“Şer û pevçûnan zerer daye Kurdan”
Serkan Ramanli behsa pêşhatên pêvajoyê kir û got:
"Hewce nake şer û pevçûn têkeve navbera miletê Tirkiyeyê. Di meclisê de bi îqnakirinê bi rêyên meşrû em dikarin wan heq û mafên xwe biparêzin û bi dest bixin.
Em hêvî dikin ku ev pêvajo serkeftî bibe. Tiştê ku em dibînin û me dîtiye serê 40 salan e xwîna Kurdan hatiye rijandin.
Axa Kurdan xwînî bûye, gundên me xirab bûn. Ji ber van şer û pevçûnên herî zêde gelê Kurd mexdûr bûye.
Em dixwazin ev şer û pevçûn bisekinin û berdxwedana me û siyaseta me bi rêyeke meşrû berdewam bike da ku em jî bigihên heq û mafên xwe.
Piştî damezirandina dewleta Tirkiyeyê zihniyeta CHPyê Kurd û însanên dîndar ji xwe re kirin neyar.
Însanên dîndar jî berxwedana xwe kirin siyaseta xwe meşandin partiyên wan jî hatin girtin birêveberên wan jî hatine girtin û xwe ji siyasetê nedane paş û destên xwe nedane çekan.
Ew partiya ku bi Necmettîn Erbakan dest pê kiribû îro bi destê Recep Tayyîp Erdogan pirsgirêkên oldaran çareser kirine
Wekî Kurd em jî bêyî çekan dikarin mafên xwe bi dest bixin a ku ji me re lazim ev e. Divê em gelê Tirkiyeyê îqna bikin.
Ev 40 sal in çek tên bikaranîn komkujî çêbûn lê me tiştek bi dest nexistiye.
Em hêvî dikin bi wê pêvajoyê re bikaranîna çekan bi dawî bibe û gel heqê xwe bistîne û mafên gelê me bi rêya siyasetê bêne parastin.”
“Divê PKK dev ji çekan berde”
Siyasetmedar Ramanli rewşa siyasî ya li Tirkiyeyê jî kir û wiha berdewam kir:
“Divê ne serkeftin û ne jî têkçûn neyê xeberdan, ev mesele meseleyeke girîng e dewleta Tirkiyeyê deyndarê miletê Kurd e.
Heq û mafên Kurdan hatiye binpêkirin. Ev çek û kuştinên ketine navbera me jî encamên vê yekê ne.
Em dixwazin ev kuştin ji navbera me rabe. Rewşa Tirkiyeyê ne wekî ya 20 û 30 salên berê ye. Rêya siyasetê êdî vekiriye.
Ez bawer nakim êdî kesek rêya siyasetê bigire. Madem rêya siyasetê vekiriye divê em bi rêya meşrû rêya siyasetê û sivîl derxin pêş.
Baweriya xelkê ji çareseriyê qels bûye ne wekî berê ye lê divê em xwedî bawerî bin.
Beriya bi 10 salan dema pêvajoya çareseriyê dest pê kir em jî bi hêvî bûn ku encameke erênî jê derkeve lê mixabin ew çênebû.
Bêbaweî li cem xelkê me heye lê ne mumkun e em xwe bêhêvî bikin.
Pevajoya berê ew bû ku digotin, ‘em dê mafên Kurdan nas bikin û qebûl bikin’ lê pêvajoya niha ew e ku PKK dev ji çekan berde.
Ev pêvajo ji bo wê hatiye avakirin ku PKK dev ji çekan berde.
Em nikarin bibêjin eger PKK dev ji çekan berde dê dewlet mafên Kurdan hemûyan bide.
Tiştekî wisa nîne, bazereke wisa jî nîne. Ti kes behsa wê yekê jî nake.
“Em jî damezrînerên Tirkiyeyê ne”
Tişta tê gotin ew e ku divê rêya parastina mafên Kurdan ne bi rêya çekan be bi rêya siyasetê be.
Heger birêveberên Qendîlê xêra Kurdan bixwazin divê dest ji çekan berdin.
Wisa diyar e ku Abdullah Ocalan jî piştgiriya vê pêvajoyê dike û wekî min got em hêvî dikin ev pêvajo bi ser bikeve.
Em jî damezrînerên dewleta Tirkiyeyê ne, zimanê me nayê axaftin, herêma me nehatiye pêşketin, heq û mafên Tirkan çi ne divê yên me jî ew bin.
Em jî kesî ne kêmtir in û ni di ser ti kesî re ne divê em wekî hevdû bin. Em mafên xwe dixwazin û bahaneyên ku me ji hevdû vediqetînin ew çek ji holê rabin.”