Rewşa zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê: 'Em dê gilî li dijî Tirkiyê tomar bikin'
Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê; pirsgirêka zimanê Kurdî, perwerdeya bi zimanê Kurdî, axaftina bi zimanê Kurdî û xwendina bi zimanê Kurdî, di sala 2021an de yek ji babetên sereke bû. Berdevkê HezKurdê dibêje, “Em dê bi awayekî eşkere li NYê gilî li dijî Tirkiyê tomar bikin.” Serokê Komeleya Nûbiharê jî tekez dike ku rewş gelek xerab e.
Di demekê ku li Tirkiyê perwerdeya bi zimanê Kurdî hîn weke mijareke aloz e û rê pê nehatiye dayîn, xwendina pirtûkên bi zimanê Kurdî û fêrbûna wê, li gorî salên derbasbûyî baştir bûye.
Rêjeheya axaftina Kurdî di nav zarokan de
Li Bakurê Kurdistanê bi sedhezaran zarok, hîn fêrî xwendin û nivîsandina Kurdî nebûne. Beşek zêde ya wan zarokan jî di nava xwe de bi zimanê Kurdî naaxivin.
Osman Aslanoglu, Serokê Komeleya Nûbiharê, dibêje, “Mixabin li Bakur rewşa zarokan qet nebaş e. Eger ji %5ê zarokan jî em bibînin ku bi Kurdî diaxivin, ev cihê kêfxweşiyê ye. Ev li gor bajaran diguhere. Dayîk û bav dizanin, lê ji ber ku bi zarokên xwe re bi Kurdî naxivin, ev derbasî zarokan nabe.”
Aliyên siyasî yên Kurdî û saziyên ziman, ji bo çareserkirina vê pirsgirêka dîrokî, çend caran kampîn ragihandine û di heman demê de serî li saziyên peywendîdar ên Tirkiyê dane ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdehiyê. Lê hikûmeta Tirkiyê, ji bilî hinek beşên zanîngehê û kanaleke televîzyonê ti pêngaveke din navêje û rê bi aliyan jî nade ku pêngavekê pêşdetir bavêjin.
`Em dê serî li NYê bidin`
Barij Celalî, Berdevkê HezKurdê, dibêje, “Em çend meh in em li ser raporteke berfireh dixebitin û em dê serî li Netewên Yekbûyî (NY) bidin. Miletek dewlet an statuya wî hebe an nebe, dikare serî li NYê bide. Lewma em dê bi awayekî zelal giliyê li dijî Tirkiyê tomar bikin.”
Zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê, bi taybetî jî li hinek bajaran nebûye zimanê bazarê jî. Kirîn û firotin bi Tirkî tê kirin. Li hinek navçeyan jî, dayîk û bav berê zarokên xwe nadin xwendin û fêrbûna zimanê Kurdî.
Her çend e li gorî salên derbasbûyî rêjeya fêrbûn û axaftina bi zimanê Kurdî zêdetir jî bûye, hîn bi sedan kes hene ku dibêjin, ew tenê Kurdî famdikin, lê nikarin baxivin. Li gel vê rewşê, zimanê neteweke mezin, roj bi roj jinav diçe.