PANORAMA 2020 - Bûyerên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê
Hewlêr (Rûdaw) - Sala 2020an li Bakurê Kurdistanê di aliyê siyasî de jî gelek guhertin çêbûn, bûyer û rûdanên neçaverêkirî jî hebûn. Piraniya şaredarên HDPê bi tawanên weke “endamtiya rêkxistinên terorîstî, alîkarî û piştgiriyê” ji ser kar hatin dûrxistin û qeyûm li cihê wan hatin danîn. Bûyer û pêşhateyên bi vî rengî rasterast bandor li ser rojev û jiyana xelkê jî kirin. Di nîvê duyem ê 2020ê de hewldana girtina HDPê destpê kir û guvaşên ser wê partiyê zêde bûn.
Bo Bakurê Kurdistanê sala 2020 tejî bûyerên siyasî bû. Danîna qeyûman bo ser şaredariyên HDPê yek ji mijarên siyasî yên xuya yên Bakurê Kurdistanê bû, van bûyer û pêşhateyên din ên siyasî rasterast bandor li rojev û jiyana xelkê kirin.
10/01/2020
Dadgeha Temyîzê ya Tirkiyê biryara betalkirina qeyûm bo ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê da û biryara Dadgeha Amedê red kir, lê piştre ragihand ku biryar bi şaşî hatiye dayîn û poşman bû.
23/03/2020
Yek ji hevserokên 8 şaredariyên HDPê yên Amed, Êlih, Bedlîs, Îdir û Sêrtê hatin dûrxistin û qeyûm li şûna wan hatin danîn. 15ê Nîsanê jî hevserokê din yê pênc şaredariyên HDPê li bajarên Îdir, Sêrt û Mûşê hatin dûrxistin û qeyûm li cihên wan hatin danîn.
10/04/2020
Piştî derbasbûna 3 salan di ser veşartina wî re, hestiyên gerîllayekî ku li Dêrsimê canê xwe ji dest dabû, bi kargoyê radestî malbata wî ya li bajarê Amedê hat kirin.
Seroka Fraksyona HDPê li Parlametoya Tirkiyê Meral Daniş Beştaş jî got: “Ev wêne belgeya wî tawanî ye ku desthilatê beramber mirovatiyê kiriye. Ev wek tabloyeke şermezariyê diçe nav rûpelên dîrokê. Belê dayîkek, belgeya posteyê û ew kartona dane wê. Termê kurê xwe di nav kartonekê de bi rêya posteyê werdigre.
Li Tirkiyê di nîvê duyem ê 2020ê de hewldaneke girtina HDPê destpê kir û guvaşên ser wê partiyê zêde bûn. Piştî ku Serokê Partiya Vatan, Dogu Perînçek meha Hezîranê got, girtina HDPê erkekî niştimanî ye, Serokê MHPê jî di dawiya sale de got, divê deriyê HDPê bi awayekî bê kilîtkirin ku careke din neyê vekirin.
04/06/2020
Parêzbendiya Parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven û Parlamenterê HDPê yê Amedê Mûsa Farisogullari hat rakirin.
HDPê 15ê Hezîranê ji Edirneya Tirkiyê û Colemêrga Bakurê Kurdistanê li beramberî darbeyê meşa aştiyê ber bi Enqerê da destpêkirin.
25ê Îlonê Dozgerê Giştî yê Enqerê piştî derbasbûna 6 salan di ser bûyerên Kobanî re, biryara desteserkirina 82 kesan da, ji wê hejmarê 22 endam û berpirsên HDPê hatin desteserkirin, di nav wan de Ayhan Bilgen jî hebû ku ji postê serokê Şaredariya Qersê hatibû dûrxistin û roja 2ê Cotmehê ligel 16 berpirsên din ên HDPê bi biryara dadgehê hatin girtin.
Heta niha di dosya bûyerên Kobanî de cezayê zîndanê li ser 26 kesan hatiye ferzkirin. Piştî danîna qeyûm bo ser Şaredariya Qersê, ji tevahiya 65 şaredariyan, hejmara yên qeyûm bo wan hatiye danîn, gihîşte 59 şaredariyan. Bi vê jî tenê 6 şaredariyên nahiyeyan di destê HDPê de mane. Li gorî amarên Encûmena Navendî ya HDPê, di 11 mehên îsal de hezar û 750 endamên HDPê hatine desteserkirin û ji wê hejmarê 172 kes hatine girtin.
Cezayê zindanê li 26 kesan hatiye sepandin:
Qeyûm li 59 şaredariyên HDPê
Tenê 6 şaredarî mane
2020-750 endamên HDPê
172 kes hatine zindanîkirin
27/08/2020
Parêzera Kurd Ebrû Tîmtîk ku nêzîkî 2 salan di zîndanê de bû, piştî 5 meh greva birçîbûnê canê xwe ji dest da. Ew parêzer bi tohmeta "Endambûna DHKP-C" hatibû girtin û zîndanîkirin ku partiyeke çep a Tirkiyê ye.
04/09/2020
Danîna Ala Kurdistanê di hevdîtina 4ê Îlonê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu de, bo yekem car piştî referandûma serxwebûnê, careke din bû cihê nîqaşê. Bêrêziya çend siyasetmedarên Tirk li hemberî Ala Kurdistanê, bû sedema gelek karvedanan. Daxwaz hat kirin ku weke alaya gelên din, rêz li Ala gelê Kurd jî bê girtin.
06/09/2020
Li Amedê Hereketa Zimanê Kurdî hat ragihandin. Hereketa navborî kar bo wê yekê dike ku li Tirkiyê zimanê Kurdî bibe fermî.
11/09/2020
Li parêzgeha Wanê, du welatiyên Kurd bi navên Osman Şîban û Servet Turgut, ji aliyê serbazan ve hatin desteserkirin. Ew ji helkopterê avêtin û êşkence kirin. Servet Turgut roja 30ê Îlona 2020ê piştî 20 rojan mana li nexweşxaneyê, canê xwe ji dest da.
21/10/2020
Li 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê piştî derbasbûna 5 salan di ser bûyerê re, yekemîn rûniştina dadgehê li ser kuştina Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî hat kirin.
14/11/2020
Bi hinceta ku asayîşa giştî têk dide li bajarê Rihayê pêşkêşkirina şanogeriya Kurdî "Bêrû" hat qedexekirin. Berê jî 13ê Cotmehê bi heman hincetê pêşkêşkirina şanogeriyê li Stenbolê hatibû qedexekirin.
19/11/2020
Endamê Encûmena Bilind a Rawêjkarên Serokatiya Komara Tirkiyê Bulent Arinç, di bernameyekî televizyonî de pêşniyara xwendina kitêba Demirtaş kir û got, piştî xwendina vê kitêbê dibe ku nerîna we derbarê dosyeya Demirtaş de neyê guhertin, lê ewê nerîna we derbarê Kurdan û trajediyên ku hatine serê wan de gelekî bê guhertin. Serokkomarê Tirkiyê di gotarekê de rawêjkarê xwe bi pêxistina agirê fitneyeke nû tohmetbar kir û ji ber vê yekê Arinç dest ji kar kişand.
25/11/2020
Gotara Erdogan a li Parlamentoya Tirkiyê di civîna fraksiyona partiya xwe de ku got, li vî welatî tiştek bi navê pirsa Kurd nîne, bû sedema nîqaş û karvedanên zêde.
Serokê Partiya û Pêşveçûnê Ali Babacan got: “Eger em bixwazin li vî welatî pirsa Kurd heye yan nîne, berî hemû tiştekî divê em ji welatiyên Kurd ên welatê xwe bipirsin. Nirxandina yekalî ya hikûmetê dawî bi hebûna vê pirsê nayîne.”
Nîvê duyem ê 2020an Partiya Pêşerojê bi serokatiya Ahmet Davutoglu ku dawiya 2019ê de û Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê bi serokatiya Ali Babacan di çarîka yekem a 2020ê de damezirandina xwe ragihandin, li Bakurê Kurdistanê dest bi sazkirina kongreyên rêxistinên partiyên xwe kirin. Partiya Davutoglu kongreya partiya xwe ya yekemîn 16ê Hezîranê li Erdexanê saz kir, partiya Babacan jî piştî yekemîn kongreya xwe ya li Çorumê li Tirkiyê, 10ê Cotmehê duyemîn kongreya partiya xwe li Amedê saz kir.
05/12/2020
Li Bakurê Kurdistanê "Partiya Demokrat a Kurd" hat damezirandin ku weke alternatîva HDPê hat dîtin û nirxandin. Serokê wê ragihand ku di navê partiya xwe de li cihê gotina "Kurdistan" wan "Kurd" bikar anîne ji bo ku rûbirûyê pirsgirêkên yasayî nebin.