Çekdarên Mertala Firatê êrişî pêgehên Encûmena Leşkerî ya Minbicê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurê Minbicê, çekdarên Mertala Firatê hinek pêgehên hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê kirin armanc.

 

Li gor malpereke nêzîkî Rêveberiya Xweser, şeva borî çekdarên Mertala Firatê du caran çend xalên hêzên Encûmena Serbazî ya Minbicê kirine armanc.


Li gor heman malperê, çekdarên opozisyona Sûriyê bi çekên giran û navîn pêgehên şervanên Encûmena Serbazî ya Minbicê li nêzîkê gundê el-Mehsenlî li ser xeta çemê Sacûrê kirine armanc.


Malperê diyar kiriye ku ew armancgirtin demkî bûye û piştî wê ti şer û pevçûn di navbera her du aliyan de derneketine.