Hevseroka Şaredariya Dêrsimê hat desteserkirin

Dersim (Rûdaw) – Hevseroka Şaredariyê Dêrsimê Bîrsen Orhana cezayê malê lê hatibû birîn hat desteserkirin.

Piştî xwepêşandan û nerazîbûnên li dijî tayînkirina qeyûman Dadgeha Dêrsimê bi tohmeta, “hewl daye xelkê da ku sûcan bikin” cezayê malê li Bîrsen Orhanê birîbû.

Bîrsen Orhana ku li navçeya Pêrtagê ya Dêrsimê li mala xwe di bin çavdêriyê de bû bi îdîaya 'li dijî yasaya hejmara 2911an derketiye û ji bo erkê xwe pêk neaniye û li berxwe daye' ji malê birin navenda ewlehiyê ya Pêrtagê.

Li aliyê din Bîrsen Orhanê jî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir û got:" Ez têm desteserkirin."

22yê vê mehê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê kiribûn.