Li Sineyê 16 meh cezayê girtîgehê li melayekî Kurd hat birîn
Hewlêr (Rûdaw) - Mehkemeya taybet a mamosteyên olî 16 meh cezayê girtîgehê li melayekî Kurd birî.
Husên Elîmuradî melayê mizgeftê û rêveberê Dibistana Zanistên Olî ya Îbrahîm Xelîlullaha Sineyê ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamosteyên Olî ya Hemedanê ve salek û 4 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Li gorî çavkaniyên herêmî, Dadgeha Mamostayên Olî ya Hemedanê bi tohmeta “çalakiyên li dijî ewlehiya neteweyî” û “propagandaya li dijî Komara Îslamî ya Îranê” ceza li mela birî.
Mamosteyê olî xelkê Sineyê ye û destpêka meha Îlonê Dadgeha Mamostayên Olî ya Hemedanê gazî wî kiribû.
Mamostayê olî yê Kurd 4ê Nîsanê jî ji aliyê heman dadgehê ve bi tohmeta “xapandina raya giştî” û “çalakiyên li dijî asayîşa neteweyî” bi 2 sal cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin lê cezayê wî hatibû ragirtin.