Li Dîlokê berhema zeytûnan dê 60 hezar tonî derbas bike

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê cotkaran li ser zeviyeke 400 donimî ya darên zeytûnan dest bi çinîna berhema îsal kiriye.

Zeytûnên Dîlokê li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê navdar in.

Li wê parêzgehê tevî fistiqan darên ku herî zêde tên çandin darên zeytûnan e.

Cotkar ji berhema îsal razî ne.

Cotkarekî bi navê Alî Cîn got:

“Heft hezar û 500 darên me hene. 100 karker tê de dixebitin. Em dê di nav 20-25 rojan de berhema îsal rakin.”

Li gorî amarên Rêveberiya Çandinî û Daristanan a Dîlokê, li ser rûberê 460 hezar donim zevî darên zeytûnan hatine çandin.

9 milyon û nîv darên zeytûnan li Dîlokê hene

Ji wê hejmarê 435 hezar donim darên zeytûnan ji bo zeytê ne. 25 hezar donim jî zeytûnên xwarinê ne.

Zêdetirî 9 milyon û nîv darên zeytûnan li parêzgeha Dîlokê hene. Ji wan daran milyonek û 200 hezar dar ber nagirin.

Berhema îsal dilê cotkaran xweş kiriye lê karker dibêjin heqdestê wan tenê têra rojeke wan dike.

Karkera bi navê Zelîha Şahînê anî ziman:

“Berhema zeytûnan ê îsal gelekî baş e. Şikir ji Xwedê re, heqdest roja me diqedîne.”

Sala 2022yan li Dîlokê berhema zeytûnan 60 hezar ton bû û tê çaverêkirin îsal berhem ji wê rêjeyê gelekî zêdetir be.

Ji her çar kîlogram û nîv zeytûn lîtreyek zeyt berhem tê lê zeytûnên navçeya Belqîsê ji ber ku bi rûn in ji her du kîlo zeytûn lîtreyek zeyt berhem tê.