SIRÛC - Hevseroka HEDEPê çû cem Emîne Şenyaşarê

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka HEDEPê li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê çû cem Emîne Şenyaşarê.

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogullari doh ji bo hinek hevdîtinan li Rihayê bû.

Tulay Hatîmogullariyê li pêşiya Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivanê bi gel re civiya û got:

“Dema ku DAIŞê hewl dida Kobaniyê dagir bike, li vir dîroka berxwedanê hat nivîsandin. Axa herî zêde piştevaniya gelên Kobaniyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, Riha ye.

Bê guman ji gelek aliyan ve berdêleke giran da. Wekî gelek bajarên me yên li ser sînor, li vir jî rêxistinên dijminê mirovahî, demokrasî û jinê yên mîna DAIŞ û El Nusrayê pir zêde ne.”

Tulay Hatîmogullariyê li Rihayê çû cem Dayika Aştiyê Ayşe Tekînê û Adle Samuraya 63 salî ya ku hatibû girtin û piştî 7 mehan hatibû berdan.

Hatîmogullariyê herwiha li navçeya Sirûcê çû cem hinek malbatên girtiyan û Emîne Şenyaşarê.

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogullari di serdana xwe de got:

“Tekoşîna dayika Emîneyê, tekoşîna partiya me ye.”

Hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê di êrişa xizmên Parlamenterê berê yê AK Partiyê Îbrahim Halil Yildiz de canê xwe ji dest dabû.