Li parêzgehên Herêma Serhedê barîna berfê dest pê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li piraniya parêzgehên Herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê, barîna berfê dest pê kiriye.

Ev der parêzgeha Erdexanê ye, zarokên vê parêzgehê bi kêfxweşî pêşwazî li berfa yekem a salê kirin. Karmendên şaredariyê jî li navenda bajêr dest bi paqijiya berfa li ser cadeyan kirine.

Karmendê Şaredariya Erdexanê got, “Berfa yekem bariya. Me dest bi paqijiya berfê kiriye. Zibil qediya, em niha jî berfê paqij dikin. Ev yekem berfa demsala zivistanê ye.”

Ji şeva Sêşemê ve li Qersê jî barîna berfê dest pê kiriye. Li navçeya wê ya Qamûşanê derdora 15 santîmetreyan berf ketiye erdê.

Piştî barîna berfê ajeldar navçeyê di çerandina ajelên xwe de rûbirûyî zehmetiyan dibin, lê  beşek ji xelkê navçeyê di wê bawerê de dîmenê zivistan û berfê  gelek li navçeya wan tê.

Welatî Fatîh Cengîz anî ziman, “Hêdî hêdî zivistan dest pê dike. Em sibehê rabûn li Sarikamişê berf hebû. Sarikamişê bergê berfê li xwe kiriye. Zivistan gelek li Sarikamişê tê.”

Ji ber barîna berfê û mija zêde li ser rêya sereke ya Erzerom-Agirî  otomobîl  di çûn û hatinê de rûbirûyî zehmetiyan bûn.

Berfa ku li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê bariyaye,  li gola Krater a Nemrûdê dîmenên newaze derxistin holê.

Li gor Rêveberiya Keşnasiya Tirkiyê dê  dê barîna berf û baranê ji şeva Çarşemê û şûnde li piraniya  parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi dawî bibe û tê pêşbînîkirin ji sibeha Pêncşemê û pê ve keşûhewa li seranserî Bakurê Kurdistanê tavî û dem bi dem bi ewr be.