REWŞA DAWÎ – Cizîr, Dêrik, Nisêbîn

Navenda Nûçeyan – Qedexeya li navçeya Sûrê ya Amedê rabû, lê qedexeya li navçeyên Dêrikê û Nisêbînê yên Mêrdînê hatiye îlankirin hêj didome. Li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê di xwepêşandana bo protesya qetilkirina Tahir Elçî de welatiyek hat kuştin.

Qeymiqamiya Sûrê di daxuyaniyeke de ragihand, qedexeya ku 28ê Mijdarê li taxên Cevatpaşa, Dabanoglu, Fatihpaşa, Hasirlî, Savaê û Cemal Yilmaz hatî îlankirin rabû.

 

28ê Mijdarê li navçeya Sûrê ya Amedê, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî û komek parêzerên endamên Baroya Amedê li ser ziyandîtina minareya dîrokî ya Amedê ya bi navê “Minareya Çar Pê”, daxuyaniyek rojnamevaniyê dan lê di dema  daxuyaniyê de şer derket. Di encamê de Tahir Elçî jiyana xwe ji dest dabû, 2 polîsên Tirkiyeyê hatibûn kuştin. Piştre ji li navçeyê qedexeya çûnûhatine bo sivîlan hatibû ragihandin.

 

Herwiha şanda bo lêkolînan çûyî cihê bûyerê jî rastî êrişê hatibû û di encama wê êrişê de jî 2 polîs birîndar bibûn.

 

Li Cizîrê welatiyek hat kuştin



Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, duh şev li cihê jidayîk bûyî navçeya Cizîrê ya Şirnex bi xwepêşandaneke hat protestokirin.

Li gor DIHAyê li navçeya Cizîrê welatiyên ji bo şermezarkirina kuştina Serokê Baroyê Tahir Elçî şermezar bikin daketin kolanê û polîsan bi bombeavêjê êrşî welatiyan kirin û di encama êrîşê de welatiyê bi navê Haci Sasur jiyana xwe ji dest da.


Hat gotin Polîsên bi wesayîtên zirxî li ser rêya derdorê bi cih bibûn bi bombeavêjan bombe avêtin ser welatiyên li ser rêya Berivanê bûn û her wiha bi çekên giran gule li ser welatiyan reşandin. 

Qedexeya li Dêrikê



Qedexeya derketina kolanan li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di roja 5emîn de didome.

Li gor agahiyan li taxên Kale, Cevizpinar û Dagê ki şeva borî îro heya sibê dengê çek û teqînan dihat.

Serfermandiya Tirkiyeyê di daxuyaniyeke de ragihand, di encama operasyona li navenda navçeyê de leşkeren bi dijwarî birîndar bû.

Herwiha li gor daxuyaniyê 3 gerîlayên PKKê jî jiyana xwe ji dest dane.

Hat gotin operasyon li navçeyê hêj didome.

Li Nisêbînê veguhestina leşker û polîsan


 

Duh li 4 taxên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê heta fermanek duyem qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Piştî ragihandina qedexeya derketina derve gelek welatiyan navçe terk kirin.

Li gor agahiyan hejmara polîs û leşkerên Tirkiyeyê li navçeyê hatine zêdekirin.

Li navçeyê ji ber xendeqên ji aliyê endamTevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) li kolanan hatine kolandin şer û pevçûn derdikevin.


Beriya niha jî li navçeya Nisêbînê 13 rojan derketina derve ji bo welatiyên hatibû qedexekirin û piştre pevçûn derketibû di encamê de çend kesan jiyana xwe ji dest dabû û çend kes birîndar jî bibûn.