Li Rihayê 2 rojan çalakî hatin qedexekirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê hemû çalakiyên wekî meş, civîn û xwepêşandan 2 rojan hatin qedexekirin.
Parêzgariya Rihayê li ser qedexekirina çalakiyan daxuyaniyek da.
Parêzgariyê ragihand ku li Rihayê û navçeyên wê ji bilî çalakiyên ji aliyê parêzgariyê û qeymeqamtiyê ve destûr ji bo wan tê dayîn, hemû çalakî yên wekî civîn, meş, daxuyaniyên medyayê, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vekirina standan, vedana konan, belavkirina belavokan, daliqandina pankartan û çalakiyên bi vî awayî yên li qadên vekirî 2 rojan hatine qedexekirin.
Li gorî parêzgariyê qedexe sibe saet 07:00an dest pê dike û dê heta 2yê Kanûna Pêşînê saet 07:00an bidome.
Her wiha di çarçoveya qedexeyê de hatina welatî û otomobîlan a ji derve ya Riha û navçeyên wê jî hat qedexekirin.
Parêzgariyê ji bo hinceta wê jî diyar kir, “ji bo piştgiriyê nedin çalakiyan”.