Li Qersê kamyonetek û otomobîlek li hev qelibîn: Agir bi wan ket
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek li kamyonetekê qelibî û şewitî.
Şofêrê wê ji aliyê xelkê derdorê ve hat rizgarkirin.
Otomobîla ku Gultekîn Keleş diajot li ser rêya Qers-Aniyê bi kamyoneta ku nasnameya şofêrê wê hîn nediyar e qelibî.
Ji ber qezayê agir bi otomobîlê ket.
Xelkê derdorê şofêr Gultekîn Keleşê ku birîndar bûye, xelas kir.
Tîmên agirkujiyê agirî bi wesayîtan ketibû vemirand.
Tîmên tenduristiyê Gultekîn Keleşê bir nexweşxaneyê.