Parêzerê Kişanakê ji Rûdawê re: Divê were berdan
Hewlêr (Rûdaw) – Parêzer Cîhan Aydin ragihand ku divê hevşaredara berê ya Amedê Gultan Kişanak ji ber ku derbarê wê cezayekî hatiye birîn nîne û dema yasayî qediyaye bê berdan.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP)li Stenbolê daxuyaniyek têkildarî bûyerên sala 2014an da.
HEDEPê diyar kir ku 5 roj di ser temambûna cezeyê Gultan Kişanakê re derbas bûne lê ew nayê berdan.
Gultan Kişanakê cezeyê xwe temam kiriye
Li gorî yasayên Tirkiyeyê, Gultan Kişanakê cezeyê xwe temam kiriye û divê ji zindanê derkeve lê heta niha jî girtî ye.
Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk derbarê vê dozê bir Parêzer û serokê berê yê Baroya Amedê Cîhan Aydin re axivî.
“Divê dadgeh biryarê bide”
Cîhan Aydin got, “Ya rastî, ev ne mijareke gelekî aloz e. Tiştekî gelekî zelal e. Divê beriya her tiştî 22emîn Dadgeha Dezayên Giran a Enqereyê ku biryara berdewamiya girtina wê daye, biryarekê bide.
Dadgeh dê lê binêre ka pabendî wan 7 salên girtîbûnê bûye yan na. Wê bêje, ka bila girtî bimîne yan jî bê berdan. Eger bê berdan, dê pirsgirêk ji bo niha çareser bibe.
Lê ku biryara girtî mayîna wê bide, wê demê mafê me heye ku em serî li 23emîn Dadgeha Cezayên Giran bidin ku ser wê de ye. Ku me ew jî kir, êdî ti cîhek namîne ku em serî lê bidin.”
“Em dê serî li DMMEyê bidin”
Aydin bi bîr xist ku wan di meha gulanê de serî li dadgeha destûra bingehîn dabû û wiha domand:
“Me serî li wê dadgehê daye û divê dadgeha destûra bingehîn jî di derbarê vê dozê de biryareke bilez bide. Lê eger ku ev dadgeh jî xwe bêdeng bike, wê demê em dê serî li dadgeha mafên mirovan a Ewropayê bidin.
Ew proseya hiqûqî ya li pêşiya me, yan jî pêvajoya hiqûqî ya ku li benda Gultan Xanimê ye, ev e. Ev doz, dozek e ku piştî 6 salan hatiye tomarkirin. Ji ber vê yekê jî dozeke mînak e.
Di çarçoveya vê dozê de Kişanak bi binpêkirina 30 madeyên yasaya cezayan a Tirkiyeyê tê tometbarkirin. Dibêjin, ji ber twîteke Kişanakê 38 kesan canê xwe ji dest daye û ew berpirsê mirina wan 38 kesan e.
Di dîroka siyaseta Kurdan de, cara yekê ye ku ev qas kesên ku serokên partiya siyasî bin, serokatiya şaredariyan kiribin û endamên navenda giştî bin û ev qasî payebilind bin, ev qasî di zindanê de bimînin.
Mirov dikare gelek mînakên wekî vê jî nîşan bide. Herwiha cara yekê ye ku mafê xelkê li pêşiya çavê raya giştî rastî êrişeke wiha tê û mafên wan tê xwarin û her wiha bêguhebûna wan tê binpêkirin.
Em dikarin di dîroka yasayên Tirkiyeyê de gelek mînakên wiha bidin. Niha ev doz gihîştiye vê qonaxê. Em dikarin gelek tiştên din jî bêjin.
Mînakên wekî, wernegirtina parêzeran bo nava hola dadgehê, her wiha sînordarkirina dema me ya parêzvanîkirinê. Em dikarin di derbarê vê dozê de bibêjin ku em rastî gelek binpêkariyên mezin hatine.”